9. iraniyan wan rojên dawî wê strana pir parve dikin. dibe ku pêwendiyek bi rewşa vîrûsa korona sebeb bûye çêdikin. straneka stranbêjê tacîkistanî, Nigora Kholova ye. hevelek ji kurmancên xorasanê, berat qewîendam gotinên wê stranê bi kurmancî wiha nivîsiye: *** Bajar vala, cade vala, kuçe vala û mal vala ye Cam vala, sifre vala, saxer û peymane vala ye Dost û nas û bilbilan kom bi kom koç kirin Bax vala, baxçe vala, şaxe vala û hêlîn vala ye Ax ji vê dinyayê ku yar ji yarê ditirise Kulîlkên tî ji Gulzarê (Gulistan) ditirsin Kesê aşiq ji hevdîtinê ditirse Tilliyên 'Xunyageran' (sazjenan) ji têlên sazê ditirsin Siwarê çeleng ji cadeya ripîrast ditirse Ev tebîb (bijîşk) jî ji dîtina nexweş ditirse Saz hatin işkestin û derdê şa'iran gellek zêde bû Me bi salan libendêmaneke dijwar derbas kir Nas hemî bûn nenas Dema min got Belê, bû Bela Ez giriyam, ez nalîm û min xwe avêtiye berxtê her kesî Min lib libê kevirên holika xwe ya kavil bi ser xwe ve werkirin Lê; Xema tu kesî nebû (av ji ser avê neherikî) Tu raketiyek ji xewê şiyar nebû Kanî zuha bûn û deryayê westiyana xwe hilanî Asimên guh neda çîroka me Cam û piyale vala man, evîn bêhemêz ma Kes guh nade min û nalînên min Were ta ku karwanê çûyî dîsa vegere Were ta ku dîlber bi naz bên Were ta ku mitrib û sitran û saz bên) *** |
|
29.02.2020 20:56 ~21:01 |
cinorek
|
5. gava te darya dadvar Û farsÎ di yek hevokÊ de bi kar anî dive ko tÛ goş bidi 'serzeminÊ men'. ew mina marşa zebanÊ farisi ye. |
|
07.10.2013 22:36 |
cinorek
|