Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yilmaz erdoğan] de;

41. Ew her ku diçe dibe karakterek acizker.
Berê evîndarê jinên bedew û esilzade yên wek belcîm bîlgîn bû, niha ketiye wê astê ku bûye xwedî evînên eskortî.

Karbonmonoksîtê hêdî hêdî bi ser Enqerê de dibariya. Û nûçeyan pêşniyar dikir ku evînê li hundurê xaniyê xwe çêkin.



14 roj berê 07:02 | cinorek

37. heyfa min ji wî re te.

ji cem yılmaz, ata demirer, û hwd pir jêhatîtir e. lê belê kurdbûna xwe heye.

tirk niha zêde jê dengê xwe dernaxin lê gava ew mir xûya dike ku aqibeta xwe mina yilmaz guney be. xwezî berê mirinê vergere eslê xwe bi zimanê dayika xwe jî çend xebat çêke.



19.09.2023 05:16 | cinorek

36. Fîlma xwe ya dawî, bi navê kin seba netflixê çekiribû.
Min doh sêr kir.
tew xweş nebûye.
Çîrok tijî xeletiyên mantiqî ye. lîstikvanî jî ne baş e.



14.03.2022 13:11 ~13:12 | cinorek

18. dikaribû mina baba tahîr ûryan, meleyê cizirî û ehmedê xanî di dilê kurdan de cihek payidar çêkira,,,, ger,,,,

lê wî hemû behremendiya xwe bo tirkan, bo tirkî xerç kir.

yek jî boy hakkari.

yılmaz me yê hemû kurdistan bida te, tû çûyî ji tirkan boy hakkari dest vedigirî



nuçeyek ji rojnemeyên tirkî:

Yılmaz Erdoğan 4 otobüs dolusu Hakkarili ile Meclis'te



17.08.2016 08:12 ~08:12 | cinorek