Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [frank gehry] de;

2. Ew di beşeka the simpsons'ê de jî xuya dike. Kaxezek dikeve destê wî. Piştî ku hildigire û dixwîne, kaxezê diqermiçîne û davêje erdê. Dûv re ew şeklê kaxezê jêre dibe dîzayna Muzexaneya Guggenheim'ê.

Avahiya guggenheim'ê yek ji berhemên wî ên herî popûler e.

Oh frank gehry! You're genius!

Here lînkê



07.02.2024 10:28 ~10:30 | cinorek

1. avahisazekê amerikayî ye. avahiyên xar û xûr çêdike. stîla frank ghery û zaha hadid re dibêjin postmodern. bi taybetî weke postmodernîzma dekonstruktîfîst te nişan dayîn.

avahîyên frank ghery ên herî navdar:
- Mala reqs dike, li Pragê, Komara Çek
Here lînkê

- Salona Konserê ya Walt Disney, li Los Angeles:
Here lînkê

***

çend salan berê dema axaftineka xwe rojnamevanekê jê pirsî û got avahiyên tu dizayn dikî çima ewqas 'showy' ne. frank ghery vê çaxê tiliya xwe ya navîn bi heqaret bilind kir û got:

Here lînkê

Let me tell you one thing. In this world we are living in, 98 percent of everything that is built and designed today is pure shit. There's no sense of design, no respect for humanity or for anything else. They are damn buildings and that's it.

bi kurmancî:

Bihêle ez tiştekî ji we re bibêjim. Di vê dinyaya ku em tê de dijîn, ji sedî 98 ê her tiştê ku îro te avakirin û te dîzayn kirin "gû" ye. Ti wateya rihê dizaynê, hurmeta mirovatiyê û ji tiştekî din re tune. Ew avahiyên lanetkirî ne û bes.



25.11.2021 08:38 ~08:51 | cinorek