Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ewropa an koreya başûr?] de;

4. ew ji deh salan zêdetir e ez li koreya başûr dijim. lowma dikarim li ser wê mijarê çend tiştan ez jî bêjim. û ez dixwazim vê meseleyê bi çend awayan nîqaş bikim:

1. ji aliyê standina vîze an heqê rûniştinê

weke tûrîstan çûna koreyê ji çûna welatên ewropayê (eu) hêsantir e. koreya başûr heta 90 rojan vîzeya tûrîzmê tîde xwediyên pasaportên Tirkiyê. lê paş koronayê ew hebekê zor bûye. êdî bi navê ‘k-eta’ vîzeyek lazîm e. disa jî ji schengen’ê kolaytir e. lêbelê paşê gihiştina koreyê, hilgirtina vîzeya xebatê yan jî heqê rûniştinê gorê welatên ewropayê li koreya başûr pir zor e. gellek kesan zanim 10 sal in li koreya başûr dijin lê hê jî heqê rûniştinê hilnegirtine. weke ez zanim bo welatên ewropa rewş wisa ye; gihiştina ewropa zor e lê heger meriv bi rengekî bigihîje wir wergirtina vîzeyê bo kar û rûniştinê hêsantir e.

2. ji aliyê destpêkirina karsaziyek an peydakirina kar

li ewropayê hebûna biyaniyan pir zû despêkiriye lowma gellek xebatên cûda bo biyaniyan jî hene. ger tu zimanê wan nizanibî jî dikarî li welatên ewropa karekê peyda bikî. bo koreya başûr ew ne wisa ye. hînbûna zimanê koreyî pewîst e. ji bo destpêkirina karsaziyê jî dikarim bêjim ku despêkirin kolay e. lê reqabetek pir zêde heye, bi taybetî ji bo biyaniyan serketin hinekî zehmet e. li ewropayê gellek start up ji aliyên biyaniyan ew derdikevin û gellek ji wan jî serkeftî dibin. li koreya başûr ew minak pir pir kêm e. herwiha, koreya başûr hîn jî di warên cûda yên ji bo biyaniyan de pir li paş e. weke mînak, êdî pir asayî ye ku biyaniyek li welatên Ewropayê bibe parlementer û heta bibe serokwezîr. tewra li Koreya Başûr karmendek gelemperî ya normal jî ji bo biyaniyan pir dijwar e.

3. ji aliyê cûdahiya çandî û pirsgirêka adaptasyonê.

koreya başûr xwediyê çand û qaîdeyên pir cûda ye. ew jî problema adaptasyonê derdixe. dîasporaya kurdan jî li wir tinne ye. li welatên mina swêd û frensayê kurd xwediyê dazgeh û cîvatan in. li koreya başûr tiştek wisa tinne ye.

û ger ez biçûma sala 2012 min şûna koreya başûr welateke ewropa yan jî amrÎka tercîh bikira. bi taybetî swêd, îngilîstan, qenada, awistralya.



27.09.2023 08:47 | cinorek