Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [06.02.2023 erdhejên bazarcix û elbistanê] de;

16. Mîxabin ew afata ya bibe sebeba wendabûna kurdên berferatî û devoka wan. Jixwe gellek ji wan ji berwe asîmîle dibin. Bi goçkirina bajarên tirkan ew ên bi temamî wenda bin.



11.02.2023 05:45 | cinorek

11. gor agahiyan rewşa efrîn û navçeyên efrînê jî pir xirab e.

efrîn bêxwedî ye. xwedê wan biparêze.



07.02.2023 10:13 | cinorek

1. Erdhejeka pir mezîn e ku li dîlokê qevimî lê li gellek bajarên bakûr rojava jî bû sedema wêraniyê.
Tê texmînkirin ku bi hezaran kes di bin xirbeyan de mane.
Di eyamek wisa sar de xwedê ew kesan biparêze. Pir zor e.

--> Li gorî daneyên Lêkolîna Jeolojîk ya Dewletên Yekbûyî (USGS) erdhej bi mezinahiya 7,8 pîvanekê pêk hatiye. Kandilli ya zaningeha Boğaziçi weke 7.4 nûçe belav kir. Paşê kandilliyê jî guhert û got 7.7.

--> li Pazarcîx, Gurgum, Amed, Meletî, Riha, Dîlok, Xetay, Kilîs, Edene û Kinikanê xeylek xaniyên hilaşî hene.

--> bi mezinahiya 7.6 erdhêjeka din nêzikê olbistanê pêk hat.

--> ji başûrê kurdistanê gellek ambûlans û doxtor û xebatkar ji bo xilaskirina mirovan derbasê bakûr bûn.

--> barzani foundation jî bo alikariya bakur û rojava gihiştiye deverên erdhêjê. Here lînkê

Ji bo piştgiriyê:

Account name: Barzani Charity Foundation/BCF
IBAN Number: GB33BUKB20086453342417
Swiftbic: BUKBGB22
Name of the Bank/Barclays Bank
United Kingdom
Bank address: 534 Coventry Rd, Small Heath, Birmingham B10 0UP
England

PayPal Acct.
Barzani Charity Foundation/BCF



06.02.2023 08:03 ~2023.02.07 06:10 | cinorek