Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lawje] de;

7. lawjeyeke Xûşka Xanî ya mezin perî li ser Mirina ehmedê xanî

Hawar e li min hawar e

hawar e

Artist Khairy Adam Kurdistan Dohuk @KURDISTAN ART copy

Îro kekê min Ehmed

Xwediyê qelema zêrîn

Kaxezên berfîn

mêvanê axa sar e

hawar e li min

hawar e

gundîno

cîranno

malîno

çira Bazîdê îro vemiriye

di tariyê de mane koşk û sera û qub û minare

hawar e li min hawar e

hawar e

ji ewran baran dibare

ji çavan hêsir têne xware

Ehmedê min bira ye

Debîr û katibê mîra ye

xwediyê Mem û Zîn e

ezmanê xwedê îro li ser kekê min Ehmed

hêsiran dibarîne

agir bi dilê çiyan ketî

berfa Gilîdaxê ji kerban tê xware

way li minê

li min bê xwediyê

dilê min jar e

dilê min sar e

hawar e hawar e hawar e

Bayad Abdullah Kurdish painter Kurdistan Sulaymaniyah به‌یادعه‌بدوالله‌ KURDISTAN ART@rebazart1

de mi go ezê bendika xwe ya Kesrewanî

ji pêş enîka xwe hilînim

keziyên xwe yê spî bi ser birakê xwe de biqusînim

ezê li ber dara biyê rûnim çuqlîkan bihejînim

heta li darê dinê bim bim ezê bêjim bibilînim

hawar e li min hawar e

hogirno

cîranno

gundîno

hawar e

li min hawar e

wîîîîîîîîî.




‘Mîrname’, Jan Dost | Weşanxaneyê Avesta

http://cinorek.org/2013/12/15/lawjeyeke-peri-li-ser-braye-we-ehmede-xani/



18.12.2013 16:54 | cinorek


1. komeka mÛsika kurdÎ ye. vokalistÊ wÊ ali tekbaş e. li ser stranÊn colemergÊ kar dikin. albûma van di nav kalan music Ê de derketiye.

danasÎna albÛmÊ:





30.11.2013 21:13 | cinorek