Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cesur rekawt] de;

2. ji bo strana xwe ya bi navê toyê klîbek xweş kişandiye lê ecêb e ku li ser înternetê ji aliyê kêm kesan ve hatiye temaşekirin..



12.07.2013 00:05 | endazer

1. stranbêjek kurd e ku mûzîka modern ya kurdî îcra dike..

li silêmanîyê ji dayîk bûye û li bajarê antwerpen yê belçikayê dijî û li vî bajarî perwerdehiya mûzîkê xwendiye.. me cara pêşîn navê wî û dengê wî bi strana wî ya bi navê toyê ya di albûma xewnazad - baştirîn stranên kurdî ya ku bi aranjeya ayhan evciyî hatibû amadekirin de bihîstibû.. paşê albûmek bi serê xwe ya bi navê toyê derxist.. çeşn û cureya mûzîka ku çêdike mirov dikare di nav mûzîka pop-rockê de binirxîne.. stranên di albûmê de bi kurmancî û soranî ne..

di albûmê de stranên bi navê şewan ta beyanî, zalim yar, keçikê û to gelekî serkeftî û hêjayî guhdêrînê ne li gorî min an li ber dilê min..



ji bo hevpeyvîneka ku malpera hawar netê pê re kirî here: http://hawarnetrojev.hk-mg.net/2012/02/hevpeyvin-bi-cesur-rekawt-re-zimane.html



11.07.2013 23:56 | endazer