Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [baki gül] de;

11. dibêjin ew jî ajan derketiye û ji nav pkkê hatiye qewirandin, li almanyayê ji xwe re dikaneka donerê vekiriye, heyf! xwezî bi hinek nivîskarên tirşikê re ku demekÎ bi serê wî sond dixwarin li ser ajanbûna camêr ketibûma şert, niha min têra xwe mal û milk bi dest xistibû ;)
ya ji hemûyan ecêbtir ömer güneyê ku sê jinên kurd li parîsê kuştibû, bi referansa baqî ketiye nav pkkê û kariye ev qasî nêzikî her sê jinan bibe. camêr kî dihat ber ajan Îlan dikir ;)



27.12.2019 00:18 | endazer

8. kerekê çolê ye, ne zêdetir!

îro pif dike zirneya pkkê, siba barzanî zêdetir bidiyê wê pif bike zirneya pdkê..

û ehmeqên li vir bi serê wî sond dixwin jî wekê kemalîstên ku berê her roj nivîsên yiğit bulut ji destê hev direvandin, wê bibe zirzira wan, wê bêjin ji xwe me dizanî çi qumaş e lê carinan tiştên rast jî digotin..



22.05.2014 03:05 | endazer

5. min niha twîteka wî ya dî xwend dibêje, pêşmegeryên kdp (ne pdk kdp, camêran êdî heta navên partiên kurd ên kurdistanê jî bi tirkî dinivîsin) li hewlêrê êrîş bire ser saziyên kurdan.. yanî tenê pkkê kurd qebûl dikin tê bêjî qey yên dijî pkkê an derî pkkê ne kurd in ji kîrê kera ne..

ne şerm û ne heya radibe dibêje pdk taşerona rojhilata navîn e.. ha ji te re ji devê serokê xwe guhdar bike ka kî ye taşeronê rojhilata navîn, kerê çolê! http://www.dailymotion.com/video/x1c7vma_iste-imrali-daki-apo-ham-goruntulerin-65-dakikalik-1-bolumu-tamami_news



21.05.2014 15:30 | endazer

4. li ser twitterê gotiye, mele mistefa barzanî ajanê îngîlizan bû, ewî ebdirehman qasimlo daye kuştin, dema ku dîtiye qazî mihemed û komara kurdistanê ya mahabadê ketiye tengyê de, jê qerihaye û çûye hawara xwe gihandiye ykssê, tu carî meseleya kurd û kurdistanê ji xwe re nekiriye derd, kul û derdê wî her û her xêr û berjewendiyên eşîra wî bûye..
dema mirov li kerên wekê baqî dinêre, mirov fêhm dke bê ka çima û çawa û ji ber çi şerê birakujiyê çêbûye, lê tabî sûc û qibhet tenê ne yê baqî ye ew tenê bûkokek e ku benên wî di destê sîmsarên siyaseta kurd de ne, di guhê wî de çi bê pistandin feqîro mecbûr wê dibêje.. gelek tişt hene ku divê barzanî ji erdoxan hîn bibe, binêr camêr çawa muxalîfê sondxwarî yiğit bulut di berdêla pereyeke bêqîmet de kirrî û kir alîgir heta şêwirmendê xwe, ez şûna barzanî de bûma min ê rojnamegerên bi vî awayî hemû kiribûna xweyî miaş û meqam, bila heta êvarî bixwin û vexwin û bikutin hev bes bila bela xwe ji kurdan vekin..



21.05.2014 02:47 ~2022.01.13 12:22 | endazer

3. ew û cahit mervan û erdal er û amed dicle û zana azadi û çend kesên din yên ji ekola lekolin.orgê ku piranî nanê xwe ji medyaya pkkê dixwin li ser twitterê heta êvarî ''kürt katili barzanî'' û ''kürt katili barzanî'' diwîtwîtînin..



21.05.2014 01:09 | endazer