Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [melkesvano] de;

1. navê helbesteka şairê kurd ê rehmetî arjen arî ku heta niha min di nav tu pirtûkên wî de nediye û nexwendiye..*



(bnr: cara pêşîn de tirşikê de)



Sibeha te bi xêr, melkesvano!

qewet be ji te re.

ji kerema xwe re ka rêş ke

bi xwîna birayekî sor dike

kolana devderiyê min ...



tev li toz û tirabêlkê bikî

ev xwîn, ya çendem e tu rêş dikî?

melkesvano, tu bi xwedê kî

dest ne xwîn, mal ne bi şîn

bîra min bîn bajarekî.



"Kurd xayîno" digorîne.

dêyek weha dilorîne,

bajar lê bêdeng dimîne.

melkesvano, tê çi bejî?



xwînê li melkesa te jî va veda

hê jî ma tu ê bêdeng bimînî?

rêş ke, rêş ke melkes bi xwîno

tev li xwînê neke şopa gedan.



12-tebax '95



13.07.2013 16:36 | endazer