Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kulî] de;

4. heywaneke firrok û xwehilavêj e, di kurdî de gelek navên wê hene; tanciye pêxemberane (silêmanî), kulle, kolîk, hespê nebiya (ruha), mîrê mihelmiya, mehîna horiya (mêrdîn), siyarê bûkê (gundê pampê), goşkar (meletî), hespê pêxember (efrîn), hespê fatima nebî (dirpêsiyê, hekarî), kerikê fatima nebî (mûş), mihînka pêxember (qamişlo), hespê pîrê an hespê kalo (amed, têrkan), kerqabik, hespê bûkê (şemzînan), hespik, hespê xwudê..

bi îngîlîzî; grasshopper, locust, grifter, inflammation, limped, phlogistic, claudication, pie, bi tirkî; çekirge..



(bnr: zimanê kurdî)



19.05.2015 22:07 | endazer

3. û ji bo berfa hûrik jî dibêjin..

Bila di şevên zivistanan de kes çêlî min nekin û min bi bîr neynin; ji xwe ez ê bi her kuliya berfê re dakevim dîsa ser rûyê erdê. (semîramîs, rênas jiyan)



31.05.2014 22:11 | endazer

2. zimanê xelkê dixwin..

ji bo yên zêde naaxivin an hej axaftinê nakin dibêjin; ma kuliyan zimanê te xwariye?



31.05.2014 22:10 | endazer