Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bênamûs] de;

8. li cizîrê jî wek bênamîs tê bilêvkirin..



21.07.2013 13:42 | endazer

6. di nav kurdan de ji bo kesên ku eyar yanî postê wan fireh e ku rê dide bi her der û aliyekî ve xwe bilebitîne an dest û zimanê xwe lê dirêj bike tê gotin.. bênamûsî wek nav û pênaseyeka têgeheka etîk û exlaqî ya zayendî an seksê tê dîtin û emilandin lê ya rast wateya wê ji vê wateya xwe ya teng û asê berfirehtir û berbelavtir e.. di civata kurd de namûs bi giştî ji bo parastina fitrat û formata xwe ya eslî ya zikmakî ya tişt û mirov û ruhberan tê bikar anîn.. yanî hemû taybetmendiyên fitrî û irsî yên ku dema mirov ji dayîk dibe pê re tên li ber çavê civaka kurd di kategoriya namûsê de tên dîtin û nirxandin.. û her tişt an kesa ku pakiyê ji fitrata xwe nake an bi eyarên xwe yên zikmakî dileyîze di nav civaka kurd de bi nav û demxeya bênamûsiyê tê etîketkirin û teşhîrkirin û hetikandin.. wekê din gelek nav û peyvên din yên di wateyên nêzî wateya peyva bênamûsiyê de tên bikar anîn hene.. wekê (bnr: qelb), (bnr: sexte), (bnr: xilt), (bnr: nejidil).. (bnr: eyarê bênamûsan fireh e)..



21.07.2013 06:35 | endazer