Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [filîtê quto] de;

4. kilama ku bûye mestere ji bo strana filîto lawo ya koma wetan..

di herdu versiyon û varyantan de jî her girî û zarÎn dibe para şemêya diya filîtê nesekinî û newekirî..



30.12.2013 14:18 | endazer

2. Reşkotî ye, Kurrê Quto yê duduwa ye. Binyata mala Quto, Ji rexê Hekarîya hatine û dighê mala Ferhoyê 'Uzêr Axa. Ji êlên Kurdîstanê yên navdar, ji "Heft BavêSîna" ne. Felît, weke êl ('eşîr), Reşkotîye û weke malbat, ji Pîroka (Piroya) ye. Dostê min î hêja, Ahmet Aydin di nameya xwe de van agahdariyan dide: Husênê kurrê Hesenê Felîtê Quto ku temenê wî li dor 90 salan bû, di sala 1960'an de, bi hev re rûniştine. Di wê rûniştinê de Husên bi devê xwe, li ser bapîrê xwe dipeyive. Dibêje: Serpêhatîya bapîrê min bi du awayan tê gotin. Ya yekê, bi awayê ku em dizanin û di nav herêmê de tê gotin ku di bawerîya min de a rast eve:

- Kalkê min Felît, mêrxasekî hezjixwekirî û navdar bû. Dilê wî di keçekê de hebû. Ew û peyayekî xwe Suryanî (filleh), berbi gundê dergîstîya xwe bi rê de diçûn. Peyayê wî ji Felît re dibêje;

-Li Kanîya Baderesê, karwanê Etmaniya li ser kanîyê danîne, sîlahên baş li ba wan hen in. Belkî em tivingeke baş ji te re ji wan bistînin û bi tivingeke rind em herin ba hezkiriya te.

Felît, gotiye:

- Em herin.

Gava gîhaştine ba Kanîya Baderesê, rastî karwên hatine. Birastî çekên baş, hêja bi karwanê Etmanîya re hebûne. Felît ji yekî tivinga destê wî xwestiye da ji bo kirrînê, lê binêre. Xwediyê tivingê, ji ber ku xerîbê herêmê bûye, bawerî bi Felît neanîye û gotîyê;

-Merev sîleha destê xwe nade destê nenasa.

Felît qeherîye, gotiye;

- Bi zorê be jî, ezê ji te bistînim.

Mêrik:

-Ev tiving wê bibe qelenê(nexdê) dîya te!

Bi van devjengîyan, gotinên wan bi serê hevûdu de neçûye, gotinek ji wî, yek ji yê din, şer dest pê kiriye. Etmanî dişkên. Hem şer dikin û hem berê xwe ber bi welatê (eşîra) xwe vedikin û karwanê xwe dajon. Şer ji Kanîya Baderesê dest pê dike heta ziyareta Şêxê Vindê-navbera wan 10- 15 km ye-didomîne. Dîsa li gora nameya Ahmed Aydin, ji 120 kesên Etmanîyan bi tenê Mahmê Elîyê Etmên sax dimîne, darê xwe datîne, dest ji ber xwe berdide, xwe dispêre Felît. Felît dighê ba wî, dibêje;

-Te dît, tu bû sebebê evqas însanan. Ma rast bû, te weha kir? De ka wê tivingê bide min!.

Gava Felît destê xwe dirêjî tivingê dike, Mahme Elîyê Etman nigê tivingê dikşîne, Felît birîndar dibe. Felît li zîyareta Şêxê Vindê birîndar dibe, lê bi saxî wî tînin gundê Taharîyê. Li ber sîdana dara tûyê can dide.



Awayê duduyan, bûye weke efsaneyekê ku bêtir li derveyî herêmê deng vedaye, kesên ku yek bihîstîye, dehên din bi ser vekirîye, belav bûye, ew jî ev

e:

Felît mêrxas û mezinekî êla Reşkota ye. Di zarotîya xwe de sêwî maye, dîya wî Şemê ew xwedî kirîye. Dema destê wî dar digre, yanî dibe zilam, doza mezinaya Reşkotan dike û mezinaya Reşkotan bi darê zorê digre destê xwe. Koçer û karwanên di nav axa Reşkotan re derbasdibûn, baca rê, xûkîtîya çêrê didane Felît. Gava karwan ji alîyê Silîva dihatin, li Deşta Silîva, liKanîgulanê diçû pêşîya wan, yan peyeyên xwe rêdikirin, baca xwe ji wan distend. Yan koçer ji Zozanan, ji Bîngolê, Şerefdînê, ber bi Qerejdax û berrîyê ve pezên xwe tevgel dikirin û koçemal berjêr dibûn, di nav kîjan êlê re derbas dibûn hesabê çêra pezên xwe dikirin û heqê erdê, baca rê didane wan. Her weha gava di nav Reşkotan re derbasdibûn-ku rîya wan, bibê nebê di wir re bû- xûkîtîya rê, çêrê ya Reşkotan, didane Felît. Etmanî, êleke bi xwe bawer in. Li pişta Bayqanê li dora Xîzana Bedlîsê cîwar in. Karwanê Etmanîyan, li xwe danaynin bac û xûkîtîyê bidin kesî, tew kurrê jinebîyekê (Felîtê Quto), gava xûkîtîyê ji wan bixwe, serhevdîyeke gelek mezin e. Li ser baca rê şerê wan dest pê dike.



''Filît lawo, maman î xweş maman î

Nebxêr, nizanim çi karwan bû hate bi giranî

Mi dî bavê Hesen çend peyayên Reşkota bi xwe re hilanî

Xwe berda pêşîya Mamê Etman, vî karwanî

Go: -Lawo, ka baca te ji min re anî?

Mamê Etman digo:- Filît lawo

Em karwan in, karwançî ne,

Lawo, em xerîb in, em rêwî ne.

Filît digo:- Ez bi enîya bavê xwe kim,

Ezê tivinga pîkê te ji te bistînim.

Mamê Etma digo:- Ez ê tivingê bi te dim,

Ezê dîya teya Şemê ji yextyarê bavê xwe re bînim.

Mamê Etman derbek berda bejn û bala bavê Hesen

Di zincîra seetê re lê dixîne

Roka me hilatî ji aliyê Bota

Şewq û şemala xwe da bejn û bala bavê Hesên

Her çar peyên me Reşkota.

Xwezî Mamê Etman biçûya cî-warê xwe,

Li ser kurrê min, li gor şîr û bextê xwe bigota.

Roka me hilatî ji alî Silîva,

Şewq û şemala xwe da peyayên Reşkota, van tivingên toqezîva.

Mamê Etman derbek berda kurrê mi rebenê,

Serê wî birrî ji balîf û nazbalîfa.

Filît lawo, Maman î xweş Maman î

Mi kes nedî, nala Mamê Etman

Li welatê xerîb, şer dikir, mêr dikuşt û dest hilanî

Bira diya wî bi tenê, bê:- Mi çog da erdê, lawek anî

Çawa çira mala Quto vemir an, konê me datanî ...''



Felît û dîya xwe li gundê Baderesê rûdiniştin. Gundê Baderesê di qontara Çîyayê Qêre di tixûbê Reşkotan û Sînkîyan de ye. Kanîya Baderesê di guhereke pirr mezin de wek ava aşekî ji binê tahtekê derdikeve, di biniya wê re darên fêkî, bax û bîstan in (Di vê dema dawîyê de Hecî Nûrîyê mala Nêsir xanîyek li ser vê mêrgê ava kiriye, bi cîran û derûdora xwe bûye şênîyekî gelek xweş).



28.07.2013 06:04 | endazer