Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [teq û req] de;

11. bersiva min a edetî ya ji bo pirsa tu çawa yî ye..

- tu çawa yî?

- teq û req..



03.12.2013 23:49 | endazer

2. ez ne şaş bim endamên komê cizîrî ne.. ji mêj de ye ji bo min cihê pirs û mereqê bû ku bajarê ku ji her alî ve mohra xwe li dîrok û qedera kurdistanê dayiye çima di warê mûzîk û wêjeya modern ya kurdî de ev çend bêber û bêdeng e.. li bakurê kurdistanê kêm bajar hene ku wekê cizîrê tevî hemû zext û zorî û pêkutiyên sîstematîk yên komara koremar li ber xwe dabe û ji ya xwe nehatibe xwar û hema bêje li hemû qadên jiyanê zimanê xwe, edetên xwe û terz û ûslûba jiyîna xwe ya mêjîn parasibe lê digel vê rastiya berbiçav eger em li gorî potansiyela vî bajarî biaxivin li gorî gelek bajarên hevta û hevçaxên xwe gelekî bi paş ketibe an li paş mayîbe..

koma teq û reqê tevî diljen ronî di warê mûzîka nûjen ya kurdî de cihê şanazî û serbilindiyê ye ji bo her cizîrî û kurdistaniyekî..



03.06.2013 06:20 | endazer