6. li gorî texmîna min forma kelijiyayî û pevemayî ya herdu peyvên gihişt û ku yê ye.. yanî gihişt ku ez wê yekê bikim an min ew yek kirî an min ew yek kiriba wek heçku yanî her wekê ku an her çi ku yê.. |
|
30.12.2013 23:32 |
endazer
|
2. bi îhtîmalek mezin ev gişkiya ku bi qasê ez dizanim bes li cizîrê têye bikar anîn bi deformasyon û ji hal û eyar ketina peyva gihiştinê çêbûye.. giştî yanî gihişt ku.. di zimanê tirkî de formeka lêkeran heye ku dema bi dawiya lêkeran qertafa -eyazmak an -ayazmak tê zêdekirin wateya gişkî an hindik mabûyê dide lêkerê.. her kar û wezîfeya ku ev qertafa -eyazmak an -ayazmak di lêkerên tirkî de bicih tîne peyva gişkî jî bihêsanî dikare bicih bîne.. Ji bo nimûne: |
|
15.07.2013 20:55 |
endazer
|
1. Di wateya (bnr: az kalsın)a tirkî de ye. Gelik nemabû. wek mînak: Dema min lingê xwe avête derve, êdî min hay ji xwe nema giştî ez ketîm.. |
|
15.07.2013 20:48 |
endazer
|