Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [heyhê] de;

2. peyveke kevn û resen e lê mixabin li ber wendabûnê ye.. tê bîra min carê xelkê li nava gund ji bo behsa tiştekî bikin pêşiyê bi sê dengan dikirin heyhê..

-heyhê heyhê! du pezên mala filankesî wenda bûne xêra xwe heçiyê dîtî an dizî bila bîne û teslîmê filankesî an filanderî bike..*



15.07.2013 21:03 | endazer

1. Dema berê de li şûna (bnr: ilan) an (bnr: duyuru)ya îro dihate bikaranîn. Dema tişteke yekî winda bibûya jê re digotin here bike heyhê!. Wê demê ew bixwe diçû dereke bilind û digot: “Heyhêêê!!!! Xwedê ji we razî be…”



15.07.2013 21:00 | endazer