Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [berekat îsa] de;

2. peyamnêrê rûdawê bû, dema daîşê şingal dagîr kiribû û gelek êzidî ji tirsa xwe avejtibûn ber bextê çiyayê şingalê, û çend rojan ji ber dorpêça daîşê ji nêza pelçimên dara xwaribûn, bereket îsa bi helÎkoptêrê çûbû ser çiyayê şingalê û dema rewşa şerperze ya derbiderên êzidî radigand, nekarîbû bi xwe û girîbû.. gava dî min li derekî xwend digot bereket îsa ligel du kesên din ên êzidî ji ber ku beşdarî meşekî bûne ku tê de xwestine şingal bibe herêmeke otonom, ji aliyê rayedarên hikûmeta herêma kurdistanê ve hatiye çavtirsandin ew jî ji tirsa ji kurdistanê reviye.. min kir û nekir bi ser çavkaniyê ve nebûm.. yên tiştekî zanin bila li vir binivîsin xêra xwe..



14.04.2015 02:02 | endazer