Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fetwayenkurdi.com] de;

5. bersiva pirsan li gorî ayetên quranê didin..

mal û malpereke dÎnî ye û fitûyên xwe li gorî çavkaniyên dînê îslamê didin.. giringtirîn û bingehÎntirîn çavkaniya dînê îslamê jî quran e.. gelekî normal e bersiva pirsên derheqê hevzayendîtiyê de jî di çarçeveya quranê de bidin.. ji xwe ji pirsê jî dixweye xweyê pirsê yekî dÎndar e û dixwaze bizanibe bê ka dînê îslamê çawa li hevzayendîtiyê dinêre.. camêran zor û kotekî li tu kesî nekirine.. tenê li gorî ayetên quranê di dînê îslamê de cihê hevzayendîtiyê destnîşan kirine.. herkes serbest e û bi dilê xwe ye..



08.09.2014 23:55 | endazer

3. ez nû pê dihesim.. nizanim ne ji înterneta min e ne ji tişteke dî, ev du sê deqîqe ne, min pêlê kiriye lê malper nû vebû.. neyse min lê nêrî weqfa suleymaniyeyê ya prof. dr. abdülaziz bayındır derket.. zimanê malperê gelekî xweş e, sivik û sade ye, heta ji zimanê geelk malperên xwerû kurdî jî çêtir e..

min li fitûwên wan ên li ser cîhadê nêrîn, fitûwên wan di çarçoveyeke aşitîxwaz de ne..

ser xêrê be, hêvî dikim bibe wesîle ku bal û eleqeya li ser kurdî û li ser dînê heq, îslamê zêdetir bibe..

ev jî lînka rûpela facebooka a.bayindir e ku tê de reklama vekirina fetwayenkurdî.comê heye; https://www.facebook.com/abdulazizbayindir/posts/10152232644270017 (tirkên îslamo-faşîst heta di vir de jî di şiroveyên xwe yên di bin lînka malperê de kîn û nefreta xwe ya bi salan vereşandine)



01.09.2014 00:54 | endazer