Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [waar tv] de;

3. bi navê civat bernameyeka dengbêjiyê li ser vê kanalê tê weşandin, yekî bi navê kamîran hirorî pêşkêş dike, li ser înternetê min berê xwe da du beşên ji vê bernameyê û gelekî kêfa min jê re hat, bi pirranî bi devoka behdînî tê axaftin û tişta min fêhmkirî zorbeya temşevanên kanalê jî ji devera hekarî û behdînanê ne..



08.08.2015 22:38 | endazer

2. kanaleka başûrê kurdistanê ye, ez ne xelet bim xwediyê kanalê waliyê berê yê dihokê ye, li tirkiye û li bakurê kurdistanê jî amed, wan, enqere û stembol tê de çar ofîsên kanalê hene.. darî tvyê nakim, ji ber wê nikarm tiştekî derheqê kalîteya weşanên wê de binivîsim, hevalekê min li ofîsa wê ya li amede de dişixule, wekê pirraniya karûbarên li başûrê kurdistanê tên kirin di dan û belavkirina kar û berpirsiyariyên vê kanalê de jî ne li liyaqat û ehliyet û kalîfiyebûnê belê li têkiliyên nas û dost û hevalan dinêrin.. duh li ser youtubê liqayî çend qeydên bernameyeke bi navê the artist ku li ser waar tvyê tên weşandin hatim.. kalîteya weşanê, şert û mercên stûdyoyê baş bûn lê konsepta bernameyê bi Kêrî seriyek pîvaz nedihat, ji xwe ji sê çar deqîqeyan zêdetir min nekarî xwe lê ragirim.. rûpela wê ya li ser wîkîpedyayê; Here lînkê (heta niha tenê opsiyona soranî û îngîlizî heye, û derheqê kanalê de zêde zanyarî nehatine dayîn..)



10.09.2014 20:32 ~2016.12.10 22:50 | endazer