Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kereng] de;

13. ez îro saya serê wîkîpediyaya kurdî pê hesiyam ku kurd ji vê darê an ji berhemên darê qajikan çêdikin..



29.10.2013 01:15 | endazer

5. (bnr: go kerengo warê te go ba zane)



18.07.2013 16:36 | endazer

3. ''Kereng jî wek gelek hêşînhatan (nebatan) hem jibo têrkirin, hemjî jibo derman di biharan de digehije hewara mirovên feqîr û ruhberên din.



Kereng hêşînhatek bi kelem (strî) e. Di destpêka biharê de li çolan û bedenan xwebixwe li cihên axsist hêşîn têt. Belgên wê kesk û hinekî bi pûrt in. Bejna wê bi tîrane bi qasî 40 – 60 cm bilind dibe. Navtenga wê singane û zer e. Çiq û şaxên wê ji navtengê berjortir vedibin û bi stirîyan dorpêçkir



Di mehên nîsan û gulanê de kulîlkan vedide.



Kulîlkên wê spîzer in, bi stirî û pûrt in. Dema kulîlkên wê digehin, rengê wê soremor anjî zer û keskane ne. Dema digehe ew kulîlk dibin paxoxeyên bi stirî û di nava wan paxoxan de bizirek heye. Ji wê bizirê tov- sîsik, qehwa kerengan û çerez çêdibin. Şîrek ji qevd (navteng) û çiqên wê tê, jêre tê gotin şîrê kerengê. Ji wî şîrî benîştek çêdibe.



Du cûreyên kerengan hene. Kerengên zer û kerengên reş. Li hinek deveran ji kerengên reş re ” kerengên keran“ jî tê gotin. Lê kerengên reş li hinek deveran nayên xwarin. Gelek pispor jî kerengê û qîvarkê ( kerbeşê ) tevlihev dikin. Ca jixwe kerengên zer rengê wê zer e. Kerengên reş jî rengê wê keskereş e. (keskê tarî)



Welat û dîrok: Welatê kerengê Kurdistan e. Ba û bagerê bi xwe re birine hinek welatên din jî.Dîroka wê kes nizane ji ber ku ne hêşînhatek çandinî (kultûrî) ye. Lê wer xuya dike, dîroka wê digehije dema berî mirovatîyê. Kurd gelek cûreyên xwarinê û pir tiştên din ji kerengê çêdikin. Ji ber ku ewilî di biharê de dema her tişt li kîleran xilas dibe û biharan nexweşîyên biharan dest pê dike, kereng jî wek hinek pancarên biharê digihije hewara birçîbûn û nexweşîyên mirovan û ruhberên din. Lewre jî bav û bapîrên me li ser kerengê helbest û stran çêkirine. Bendek ji helbestekê wehaye.



Kereng digehije bedenan û kaşan

Xwarina feqîr, jar, bergîr û wehşan

Kereng çi digere li mala wezîr û paşan.



Têdahî: Sed heyf û hizar mixabin ku li ser têdahîyên vê hêşînhata nirxbilind çi lêkolînên giring nehatine kirin. Heke hatibin kirin jî, di çi pirtûk û malperan de ez lê rast nehatim. Heke hinek xwendevan lê rast hatin, bila ji kerema xwe jibo me bişînin da ku em jî bi wan bihesin û bigehînin xwendevanan. Herweha li ser bandor û faydeyên wê jî (derveyî benîşt) min çi agahdarîyên lêkolîneran bi dest nexistin. Hîvîdarim wê kesên di derheqa wan de agahdarî hebin wan jî bigehînin me.



Prof. Baybot û Prof Dr. Îbrahîm Saracoglû dibêjin: Benîştê kerengê sistbûna lam ê (çenê) dişidîne. Teqîna perda (zar) guh dikewîne. Jibo xistina kevirên sefrayê dibe alîkar. Li ser daxistina zixt (tansîyon) û şekirê xwînê bandorek erênî nîşan dide. Rehên dil nerm dike. Hezmê hêsan dike. Iştahê vedike, diranan paqij dike, dostê kezebê ye, pêşîya felcbûna serûçavan ( rû) digire.



Karanîn: Kereng bi gelek cûreyan tê bikaranîn. 1- xwarin 2- tirşî 3- benîşt 4- çerez 5- qahwe.



Xwarin û tirşî: Ewilî biharê reha kerengê bi darên sertûj (xilç) tên derxistin . Piştî şûştin û spîkirinê hinek diqelînin û hêkan dikin ser (dikin mixle). Hinek dixesînin xwê pê werdikin û hinekî sor dikin) wek pêxwarin bi nan re dixwin. Dikeve nav xwarinên dew, savar, brinc. Li alîyê Diyarbekirê meftûna wê jî çêdikin. Di mehên hizîran û tîrmehê de binê kerengê, bi kêrekê tê jêkirin anjî brînkirin. Di cihê hatî brînkirin de şîrek jê tê. Ew şîr dibe benîşt. Herweha qaşilê li ser navteng û şaxên wê, wek rêvas û xîyaran tê spîkirin û xwarin. Payîzê bizirê di nava papoxka wê de tê derxistin, qelandin û hêrandin. Ew dibe qehwa kerengan. Heke ew bizir bê qelandin û xwêkirin, wek dindikên kundir, gulberoj û zebeşan dibe çerez.'' http://www.yuksekovahaber.com/yazi/kereng-3208.htm



18.07.2013 16:30 | endazer