Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fewzî bîlge] de;

7. Fewzî Bîlge di sala 1962an de li Mêrdînê, li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di heman salê de malbata wî koçî Qoserê kirine. Heya perwerdehiya xwe ya lîseyê qedandiye li wê derê maye. Di 1978an de li Unîversîta Stenbolê, beşa edebiyatê xwend. Heya ku dibistana xwe ya duyem, li Unîversîta Marmarayê beşa zanisteyên civakî, di sala 1987an de qedand di ajansên girafîkî de xebitî.

Ji edebiyatvanekî bêtir weke wênesaz tê naskirin û hezkirin. Wî li çar aliyên welêt bi dehan pêşengeh li dar xistine. Şeş–heft salan di navendên çand û hunerî de di gelek beşan de, bi taybetî jî li beşên hunerên şêwekariyê berpirsiyarî girt û gihaşt gelek xebatên serkeftî. Bi sedan nivîs û xebatên wî yên wêneyan di kovar û rojnameyên kurdan, weke Nûdem, Pelîn, Roj, Medya Güneşi, Jiyana Rewşen, Kevan, Tîroj de hatine weşandin.

Ev sêzdeh sal e bi keçikeke dêrikî, xweşik, arkeolog re zewiciye. Bi navên Sultan Stêra û Serhat Berzan du zarokên wan hene.

Ev çend salên dawiyê li Batmanê dijî, di kargeha xwe ya hunerên şêwekarî de gelek şagirt gihandine. Ev sê salên dawiyê weke çîroknivîsekî tevdigere û pirtûka xwe ya yekemîn ji dosyayên xwe yên çîrokan yek, bi navê »Jidilara« di 2002an de weşand. Di demeke kin de albumeke wî ya ku ji wêne û nivîsarên şîroveyên wêneyên wî pêk tê wê bigihêje xwendevanan.



07.09.2013 19:01 | endazer