Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

99. îro ji bo hevdîtina kar (employment interviewing, iş görüşmesi), çûm fabrîqeyekî. di hevdîtinê de xanima di departmana human resources (insan kaynakları, departmana ku karkeran digire kar) ji min pirsî tu bi erebî jî zanî, min got na, lê ya rastî dema ez biçûk ligel dibistana seretayî û ya navîn ez diçûm medreseyê jî û li wir nêzikê 5 salan min dersa serf û nehwê jî xwendiye (yanî gramera erebî) lê ji ber ku di ser re nêzî 15 sal borîbûn û ez hîç bi ser de neçûbûm û lê nexebitîbûm, min ji ser guhê xwe re avêjt, xwe le nekir xweyî û got nizanim.
paşê li ser rêya vegerê li erebeyekî siwar bûm, di erebeyê de hema bêje rêwî tev ehlê surî bûn. hemû jî kurdên idlîbê bûn, kurdên behrê bûn, lê yekî jî bi kurmancî nedizanî. di nav rêwiyan de jineke diyarbekirî hebû, çav berdabû ser keçeke biçûk -texmînen 10 salî, zerî, çavşîn û xwînşirîn- jê re bi tirkî û bi îşaretên desta digot were bibe keça min, ez te bibim malê, xweyî bikim, keçikê û jineke pîr ya li cem keçikê bi erebî diaxivîn û digotin na lê bi serê hev nediêxistin. ez dirêj nekim wê gavê min fêhm kir ku ez pirraniya axaftinên wan fêhm dikim, heta cihê ku lê peya bûm, min tercûmanî kir, û bela jinikê ji keçikê vekir.



25.11.2016 04:20 ~04:25 | endazer

75. îro li ofîsa ku carinan ji bo wan projeyên mekanîkê çêdikim min xanimek nas kir, bi tesadûfî mijar li ser tirşikê vebî, dema diştexilî û dor dihat ser bilêvkirina dengê k xanimê du sê caran dengê xwe di dilê xwe de necerribandibûya min hîç ihtimal nedida ku kurd e û bi kurdî dizane. ez dirêj nekim, piştî behsa çend çend nivîskarên wekê simurg56, elegez, ceso.. kir go yekî bi navê endazer heye, tu yê bêjî qey ji bo dewletê dişixule, hemû karê xwe kiriye reşkirina partiyê ;)

min kir û nekir negot ka di tirşikê de dinivîse an na, min jî jê re negot ez endazer im ;)



27.08.2016 00:05 | endazer

74. îro di rê de pêrgî hevalekî hatim, li cem wî jî hevaleka wÎ hebû, çawa ez dîtim go ez te nas dikim, min go ji kû? go qey tu ne hevalê filankesî yÎ, behsa hevala min a pêşiya niha 7 salan.

bi qewlê gazala û kemal varol; acıtan tesadüflerin sesi: mutluymuş! sihûda pîs!



20.08.2016 01:00 | endazer

73. îro ji ber çavên xwe hindik mabû serê min bikeve belayê.

berêvarkî, li jêr malê, parka bîrdariyê (anıt park) heye, carinan diçim,rûdinim, îro jî çûm, li ser sekûyekî rûniştim, qederekî min serê xwe xist nav tabletê û tiştin xwendin, dû re bêhna min teng bû, min li dora xwe nêrî, ez li dora xwe dinêrim lê tiştekî zêde nabînim, ji ber ku normalde di her du çavên min de jî 3.5 derece miyop û di çavê rastê de jî 0.5 astîgmat heye, ne bi lensan be, derûdora xwe xweş nafitirînim. û ji ber ku çavên min enfeksiyon girtine ev çend roj in ez nikarim lensan bidim ber çavên xwe. axirê piştî qederekî keçikek texmînen sih salî filan hat cem min, bi tirkî go ez ''dikarim rûnim'' min jî go ''belê kerem ke'', paşê go ''em ji kû hevdu nas dikin'', min jî go ''nizanim, ez te nas nakim'', go ''nexwe çima nîv saet e, tu zîq li min dinêrî'' -tirseke şirîn bi dilêmin ket ;) - min jê re behsa nexweşiya çavên xwe kir, min go ji ber lensên min ne li ber çavên min in, ez xweş nabînim, binêr çavên min sor bûne, ji ber enfeksiyonê,filan, go ''temam, min bawer kir'' û ket nav derdên xwe de, baş bû ku telefona min lê da, bêyî ku xatir jê bixwazim, mn xwe jê xilas kir.

van rojan hew ew parka bîrdariyê hebû, ku berêvarkî bêhna min lê fireh dibû, ew jî çû.



13.08.2016 00:15 | endazer

69. ji duh ve hedara min nayê, natebitim, li ser haleke xerîb im, diçim û têm.

di nav lîsteya derbekaran de çend kes hene ku ez ji nêz ve nas dikim.

piraniya hevalên min ên lîseyê bavê wan serbazên payebilind bûn. çûme mala gelekan,min çay û qehweya gelek ji wan vexwariye, demekî ji ber şerê ligel çeteya ulkucuyan hindik mabû min ji lîseyê bikin der, bavê hevala min -serbazeke payebilind bû- di ser min re hat, ji bo min erza midûrê mektebê şikênand tevî ku dizanî fikr û siyaseta min çi ye. nehêlişt bursa min bibirin

ji duh ve hemû ew bîranînên min di ber çavên min re diçin û tên.

dikim û nakim dilê min bicih nabe.



16.07.2016 23:23 ~23:26 | endazer

10. silavêt germ li teeee ey hevala rojnivîska xwoşdivî..



29.04.2015 00:48 | endazer

7. silavên xwudê li ser te bin rojnivîsk

bo te îro ji malê dinivîsim, min nekarî zêde dûr herim..

xwezî cebraîl dilê min jî di teştekî de şûştibûya..



27.04.2015 00:56 | endazer

5. silav rojnivîsk

bo te ji welatekî nêzik dinivîsim

min îro xwarineke zêde zêde şor xwar, hê jî dilê min bernedaye..

hema bêje hemû rojên min wekê hev dibihurin

ev çi qas e mottoya jiyana min wekê ku firmêsk xanim jî di straneka xwe de dibêje ''nazanim dinya roj e ya şew e hemû karekem xwarin û xew e''

û min derewek heye di dilê xwe de digindirînim..



26.04.2015 04:09 | endazer