Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêşniyar an pêşniyaz] de;

3. li ser vê pirs û versusê gava dî liqayî têbiniyeke sosret hatim;



''Peyva (Pêşniyaz) yek ji van peyvan bû ku zimannas û ferhengmendê Kurd mamoste (gîw mukiryanî) sazkir, (Pêş + niyaz) her car jî lîstek ji van peyvên nû ku saz dikir di kovara (hetaw) (15/5/1954 - 15/10/1960) belav dikir di çapxaneya (kurdistan).

yek ji wan kesên ku karê Tîpçinî dikir di çapxaneyê de navê wî (Mewlud) bû ew dem wiha bû ku tîpan di nav xane xane de bûn û tîp tîp dihatin kom kirin îca dibûn peyvek, tîpa (R,ر,) û (Z ,ز,) li ba hev bûn û em dizanin di tîpên aramî de (ر. ز) wek hevin tenê tîpa Z xalek li ser e, îca ew Mewlud ji bilî Z, R danîbû, û wisa jî belav bû êdî xelk û nivîseran û.... her wisa bikar anîn,,, mamoste (Gîw Mukiryanî) gelek koşî ku ev şaşî san (sererast) bike lê êdî ji dest çûbû, mamoste (kurdistan mukiryanî) ku keça mamoste (Gîw Mukiryanî) ye dibêje her car ku peyva pêşniyar dibînim ew gotinê bavê xwe tê bîra min ku digot: xwezî Mewlud her du çavên te kor bûna lê peyvê Pêşniyaz nekirba Pêşniyar û wisa bi şaşî neketiba nav ferhenga kurdî.

.

Beşek ji van zanyariyan di nivîsa mamoste (Kurdistan Mukiryanî) keça (Gîw Mukiryanî) hatiye wergirtin .''



zimanê kurdî



19.05.2015 21:34 | endazer