Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li ber dil here] de;

1. Hinek insan ji ber cirên xwe yên ne xweş an jî ji ber nexweşîyeke psîkolojîk, ji ber rewşa ekonomîk û hwd. bi kirin û gotinên xwe insanên derdora xwe aciz dikin. Yên ku vê rewşa wî insanî dizanin têkil wî nabin, ji gotin û kirinên wî insanî naxeyîdin û tew alîkarîya wî insanî jî dikin. Di rewşên wiha de ev biwêj tê şixulandin. Bo nimune, “Ew niha hêrs bûye, nizane çi dibêje li ber dil here.” Yanî îdare bike. Helbet pir caran ji bo zarokan jî tê bikaranîn. Ji ber ku zarok hay ji kirin û gotinên xwe tune ne, weke xweşbînîyeke li hember wan ev biwêj tê bikaranîn “Ew hîn piçûk e, li ber dil here” Ev biwêj carna jî ji bo zarokên ku digrîn tê bikaranîn. “Bi ser de neçe, li ber dil here”



24.07.2013 13:42 | endazer