Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ehmedê xanî] de;

45. Li Bazîdê li cihê ku hatiye veşartin bi ser navê xwe mizgeftek daye çêkirin li ser kêl anku kîtabeya mizgeftê jî bi kurdî

محضا اثر خيري ندهات ژ دست احمد
توفيق ندايا وی گر پادشاهێ امجد

گلبانك ژ غيبێ هات لڤر كونگهه تاريخ
معبود عنايت كر چيبووه اڤ معبد
١١٠٢

Mahzâ eserê xeyri nedihat ji destê Ehmed
Tewfiq nedaya wi ger padişahê Emced

Gulbang ji xeybê hat livir kongehe tarix
Me’bud inâyet kir çêbuwe ev me’bed (1102)

" Ehmed bi serê xwe nedikarî vê berhemê pêk bîne
Piştgiriya padişahê emced(xwudê) nebûya

Bangek ji xeybê hat ku li vir cihê gotina dîrokê ye
Xwudê alîkarî kir ji bo çêbe ev mizgeft (1102)

Bi hesabê ebcedê li gorî salnameya Hicrî 1102 derdikeve ev jî li gorî salnameya mîladî 1690-91 e.

Tişta ecêb salên nodî dewleta tirk vê mizgeftê bi ser navê restorasyonê ji binî ve hildiweşîne û ji nû ve çêdike lê ev kêla li ser mizgeftekê ji hingî ve winda ye. Prof. Dr. Yüksel Bingöl di pirtûka xwe ya li ser qesra Îshaq Paşa de cih daye wêneyên vê kêlê.

Rojekî Kurdistan serbixwe bibe û bi serê xwe bimîne divê li her qorzî û quncikeka vî welatî navê Ehmedê Xanî wek alayekî bê daçikandin.

https://mufity.blogspot.com/2018/10/sex-ehmede-xaniseyh-ahmed-el-hani.html?m=1



23.03.2022 22:07 ~22:06 | endazer

15. nivîskarê kurd ê gorbuhuşt nureddin zaza di pêşgotina pirtûka memê alan ya roger lescot da ji bo ehmedê xanî wiha nivsandiye:



Li ser vê niqtê: Xwe winda kirin, nizm ketin, madiyen û insaniyên perîşan bûn û piştre xwe ji nû ve nasîn, bilind û bextiyar bûn, hegel û marks xwe digehînin Seydayê me yê gewre. Ehmedê Xanî. Divê bizanin ku Çiraya kurdîtiyê 100 salî berî Hegel û 150 sal berî Marks hatiye dînê. Di dîtina wan de, bê şik, hin ferq hene: Xanî bextewariya insan dihêle ji bo Bihûştê, Hêgel insan dike û Marks mezinahiya insan li vê dinê dixwaze û wê mimkin dibîne. Lê riya ramana diyalektîki li cem her siyan jî yek e. Û ev ji bo me tiştekî pir pir hêja ye.



04.12.2013 01:45 | endazer

5. ''Teşrîfê xilafetê te da me,

Gava te emanetê xwe da me.

Me’lûmê te bû ku em nezan în

Qedrê wî emanetî nizanî''



27.09.2013 00:59 | endazer

4. xweyê qelbê sedefa gewherê îrfan e..



''Mîrê meclîs nekenit mitribê goya çi bikit

Xunçe xendan nebitin bilbilê şeyda çi bikit



Bîneka husnê pûtan lazim e sahibnezerek

Kesê bîna ku nebit dilberê zîba çi bikit



Bê kerem naçite tîpa edûwan merdê şecî’

Tîxê ahîxiste bê destê tuwana çi bikit



Talibê ilm û kemalê nebitin qabilê feyd

Hikmet û terbiyeta alimê dana çi bikit



Qelbê Xanî sedefa gewherê îrfan e we lê

Metinxwanek nebitin sahibê mana çi bikit''



09.09.2013 23:31 | endazer

3. (bnr: rêberê gelê kurd)



05.09.2013 04:20 | endazer