Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [komara tirk a bakurê qibrisê] de;

3. ji xeynî dewleta tirk tu kes nas nake, piştî ku serxwebûna xwe radigihîne pêşiyê dewleta pakîstan û bangladeşê jî îtîrafê bi serxwebûna wê dikin, lê ji ber pest û pêkutiyên amerîka û brîtanyayê poşman dibin.. di çavê neteweyên yekbûyî de herêma tirk jî ligel herêma rum parçeyek ji komara qibrisê ye.. pêşiyê navê resmî yê herêma tirk dewleta federe ya tirk ya qibrisê bû lê paşê navê xwe guherî kir komara tirk ya bakurê qibrisê..

girava qibrisê berê di destê dewela osmanî de bû, paşê dewleta osmanî ji bo 50 salan qibris da kirê ji bo brîtanyayê, li qibrisê hingî jî rum û tirk bi hev re dijiyan, nêzikê xilasbûna 50 salan ruman xwest qibris bikeve ser yunanîstanê ve, lê tirkan qebûl nekir, ez ne xelet bim sala 60ê brîtanya hêza xwe ji qibrisê dikişîne, rum û tirk dikevin qirika hev û desthilatdarî jî dikeve destê ruman, paşê sala 74ê dewleta tirk ji bo parastina tirkên li qibrisê herekateka eskerî destpê dike û pirraniya deverên tirknişîn vedigerîne, paşê dîsa herekateke din jî çêdike û ew çend deverên mayî yên tirknişîn jî bi dest dixe..



27.04.2015 23:39 ~23:41 | endazer