1. kozmolog, astronom, fîzîkzan, nivîskar û teorîsyeneke îngîlîz e, sala 1942an li oksfordê hatiye dinyayê, li ser mekanîka kuantumê, big bangê û şêweyê çêbûna gerdûnê tez û teoriyên wî yên fantastîk hene.. destpêka salên 1960an hêj 21 salî bi nexweşiya alsê ( Amyotrofik lateral skleroz) ketiye, evê nexweşiyê hemû sîstema demarî (nervous system, sinir sistemi) ya wî têk biriye, ji ber vê nexweşiyê nikare pêdiviyên xwe yên fîzîkî pêk bîne, lê aqilê wî zirar ji vê nexweşiyê nedîtiye ji ber nexweşiyê li ser kursiyê astengdaran dijî, sala 1985an dengê wî jî çûye, ji bo pêdiviya xwe ya axaftinê û têkilîdanînê jê re sîstemeka kompîtirê çêkirine û bi kursiyê wî ve kirine, di bîra vê kombersê de 2600 peyv hene, stephen hawking dema hest bi tiştekî dike, an dixwaze biaxive pêl haleta elektronîk ku parçeyek ji wê sîstema kombersê ye, dike, di deqeyekî de dikare deh peyvan binivîse, ew sîstema kombersê jî wan peyvan vediguhêze dengan.. |
|
28.04.2015 21:44 |
endazer
|