Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [teşebbusa xwekuştinê ya mihemed pêxember] de;

5. li gor çavkaniyan sê sal na belê 12 an 25 an jî 40 roj navber ketiye ser dahatina wehiyê. ji xwe sê sal ne mimkûn e xwûdê pêxemberê xwe bê wehî bihêle. jê re dewra fetretê dibêjin piştî vê bûyera diltezîn her çar ayetên pêşîn ji sureya dohayê nazil bûne ku di Quranê de yek ji wan çend ayetan e ku dema dixwînim kelogirî dibim.

bi navê xwudayê Rehman û Rehîm

1. sond bi dema têştegehê,

2. û sond bi şevê dema ku dibe tilîçav û tarî dibe,

3. (Ey Muhemmed!) Rebbê te terka te nekiriye û nake û qet kerbên wî jî ji te venebîne.

4. hema her axret ji bo te ji dinyayê baştir e.

5. Bi sond Rebbê te wê gelek xelatên baş û berketî bide te, vêca tu yê baş pê razî bibî.

6. Erê ma tu ne sêwî bî, ma paşê Xwudê tu nevehewandî?

7. Erê ma tu yê ne heyirî bî, ma Xwudê tu neanî ser rêya heq û rast?

8. Erê ma tu yê ne feqîr bî, na Xwudê tu zengîn nekirî?

9. Vêca tu jî qet tu cara tedayê li sêwiyan neke û neêşînine!

10. Û çi kesên alîkarî ji xwestin jî li wan neheytîne, wan ji ber deriyê xwe nezivirîne.

11. hema her behsa nîmet û qenciyên Rebbê xwe bike.

(Sûreya Duha)



13.04.2020 00:33 | endazer