Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [elegez] de;

75. dibêjin wekê çend nivîskarên berê ewê jî hemû peyamên xwe jê birine.
yên xelkê dikevin depresyonê neynûkên xwe dixwin, porê xwe kurr dikin, yên me jî tên peyamên xwe yên tirşikê jê dibin.
ez di şûna simurg56 de bim ez ê hemû peyamên wê û yên nivîskarên din ên peyamên xwe jê birine vegerînim. bila ew bi saetan xwe biwestînin jê bibin, simurg56 di deqeyekî de hemûyan vegerÎne wekê cezayê sîsîfos. ;)



19.08.2017 22:54 | endazer

71. yeka xweşsohbet e, bedew û levhatî ye, kurmanciya wê jî gelek xweş e, ji bo fikrên wê yên siyasî nikarim tişteke baş bêjim *, ji ber ku yeka mînyon e temenê wê zêde lê xwuya nake. *

hêj gelek tişt hene, lê ji bo ser xwe ve neçe, nabêjim :P



22.07.2016 22:39 | endazer

32. bi çend peyamekî Îro li tirşikê vegeriyaye..

nizanim ne bêhna xelatan kiriye ne bêriya me kiriye..



10.09.2014 21:03 | endazer

27. li kÛçe û kolanên amedê bi pey şopa kÛtûka nivîskarên kurd ketiye.. sê cara navê johny deep hildin dê derkeve..



28.01.2014 01:22 | endazer

20. wisa dixweye ku piştî çûyîna min ewê jî xwe li çol û beyarên realîteyê qelibandiye.. ji şivanok, ji cinê lembê stranekî jê re dikin diyarî û berdêlî.. (bnr: bêjinê bila bê)..



19.11.2013 20:53 | endazer

12. wêneyê milê xwe û pora xwe ya gul-gewez xistiye di profîla xwe ya tirşikê de.. yanî kawayê nemir li ser rêya xwe ya li kuçe û kolanên amedê lê rast were jî wê nekare nas bike.. wêne jî tê bêjî qey bi mekîna hesaban hatiye kişandin.. pîkselên wêneyî tên hejmartin.. asoxîn; yetmez ama evet!



06.10.2013 01:53 | endazer

8. (bnr: obsesiyona paralîmpÎk)



15.09.2013 15:00 | endazer

7. admîna nû ya tirşikê.. û herwiha yekemîn admîna jin ya tirşikê.. em wek konseya rêveber ya tirşikê ji bo karê nû yê ku pê ve rabûye pîroz dikin û hêviya serkeftin û berdewamiyê jê dikin.. û wek diyarî ji hanî xanimê strana masî xanimê jê re dikin perû û diyarî..



03.09.2013 15:29 | endazer

6. nivîskarek ji nav nivîskarên tirşikê ye.. xudanê/a pênivîs û perspektîvek objektîv e.. zimanek xweş û sivik û rewanbêj û herikbar bikar tîne di nivîsên xwe de.. hêviya me jê û ji xwudê ew e ku di tirşikê de berdewam be û binivîse û hey binivîse heta hetayê binivîse..



02.09.2013 19:40 | endazer