Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serayê] de;

2. ''gelî gundî û cîranan gilî û gazind û loman ji min nekin

bila yekî fenanî seraya mamet axa dosta meriv be

hespê meriv beza be şûrê meriv birra be

tu dêhna xwe bide vê sibekê malxirabo kum û kulosên meriva bi ser çav û biriyan mêl û xwar be

na na wileh bila dosta meriva ser tacê hemû dosta be

li nava civatê mezin pÎr û hakiman meriv ji xwe re rûne

herkesê ji xwe re meth û senayê yar û dostê xwe bide

ez ji xwe re methê seraya mamed axa bidim

di nava heval û hogira bila per û baskê merivan vebe ji xwe re pê bifire serayêêê..''



11.05.2015 02:49 | endazer

1. xweş kilameke ji kilamên kevn î klasîk, cara ewil ji dengê şakiro guhlê bûme, lê bi qinyata min delîl dîlanar ji şakiro xweştir dibêje.. gotinên kilamê li ser înternetê peyda nabin, bi xwe re nabînim rûnim deşîfre bikim, vîdeoklÎba ku delîl dîlaner jê re çêkiriye jî gelek xweş û orjînal e..



şakiro - serayê :



delÎl dîlaner - serayê :



11.05.2015 02:42 ~02:43 | endazer