Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xirpanî] de;

3. di stranê de ew peyva ku wek çem tê zanîn an fêhmkirin bi eslê xwe cem e.. yanî yê ku stranê dibêje dixwaze bêje, bûkê bînin cem zavê, şerma zavê nemaye..



(bnr: stranên ku gotinên wan şaş tên fêmkirin)



14.05.2015 16:46 | endazer

1. bi qewlê wîkîferhengê; tantiros, pergende, derbe­der, tantiroskî, bi kancî, bi bêteşeyî, jevketî, .. ev peyv di tirkî de jî heye jê re dibêjin, hırpanî, tdk dibêje peyv bi eslê xwe bi erebî ye û wateya wê ya bi erebî jî ''tişta kevnbûyî'' ye.. belkî bi tirkî lêkera hırpalamak jî ji vê peyvê hatibe darêjtin.. bi vî navî di çanda kurdî de tibabek stran û govendeka ku li ber wan stranan tê gerandin heye, ez ne xelet bim ji wê govendê re cîde an cihde jî dibêjin.. bi piranî li devera mêrdînê û li ber dengê kemençê tê reqisÎn.. nimûneyên van stranan û vê reqsê li ser netê têra xwe hene, yên dixwazin û ji xwe re dikin kul û derd dikarin lê binêrin.. muhtemelen vê reqsê wateya navê xwe ji wateya peyvê wergirtiye, ji ber ku yên bi vê reqsê direqisin, hingî xwe dihejînin û xwe li erdê didin, hal di wan de namîne, jev dikevin..



14.05.2015 03:35 | endazer