Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [edebiyata mezlumiyetê] de;

1. ceynika serê min jê diçe, qûtê bindest û xwelîseran e, şûna mexruriyetê hertim mexduriyet û mezlumiyetê didin pêş.. girî ji wan kêm nabe, îşê wan ajîtasyon e, dixwazin dilê xelkê bi wan bişewite, giriyê xelkê bi wan bê.. pirraniya wan sist û bêxîret in, yanî bi nimûneyeke biçûk ez bêjim; yekî pehînek xwariye û ketiye erdê ew yek jî şûna rabe li ber xwe bide, kerba xwe ji dijminê xwe veke, heyfa xwe hilîne, dike qarewar û barebar, dinya alemê bi xwe û bi xwelîseriya xwe dihesîne, bi zimanê hal dibêje ez bi kêr serîk pîva nayême werin bi min ve..

min wek edebiyata mezlumiyetê vekir, lê bêtir wek edebiyata mexduriyetê tê zanîn,, ji ber ku bûye biwêj û qalib girtiye êdî min destê xwe li edebiyatê neda û nekir wêje..



20.05.2015 18:06 | endazer