Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sibel can] de;

6. stranbêja ku kes nizane bezê bin guhê bavê wê ji kû ye lê bi strana xwe ya bi navê berivanım ku ez ne xelet bim cara pêşîn di rêzefîlmekî ku li ser tore û edetên feodal yên li kurdistanê ya ji çav û perspektîva tirkên spî û oryantalîst hatî kişandin de gotibû cihê xwe hem di dilê kurdên bakur û hem jî di dilê kurdên başûr de xweş kiriye.. wek melûmê herkesî ye ku kurdên me bi taybetî jî yên navsere û demdagerayî hej jinên qelew û goştgirtî dikin heta niha jî dema bavê min behsa jinên ku li gorî qistas û krîterên xwe bedew û levhatî ne dike dibêje 'zend û navmilê wê nedighan hev' yanî ew qasî gir û bilind bû.. yanî yek jê eger û sedema eleqe û heyranî û hejêkirina zêde ya vê ciwanikê ya ji aliyê kurdan ve taybetmendiyên wê yên fîzyolojîk yên ku tam li gorî dev û gilêz û doxîna wan e..



04.08.2013 05:58 | endazer