1. Reşkotan yan jî Rişkotan navê eşîrekê ye ku ev eşîr herêmeke fireh dide ber xwe û 60 gund in; yanî di salên 1930-40'î de 60 gundên eşîrê hebû. Herêma Reşkotan, ji sêrrêya Mala Badê heta dighêje nêzî Batmanê, Kevanê Kêrê (Qêre) û dirêj û dirêj diçe hetanî dighêje Qubînê ku niha, navê wê Bişêrîye. Ji wir berjêr dibe ser çemê Xerza (Çemê Awîskê) û bi jor ve diçe heta dighêje qûntara çiyayê Mereto, yanî di binê Hezo ku niha navê wê Kozlux e. Qûntar û qûntar bi rojava ve berjêr dibe, heta dighêje dîsa sêrrêya Mala Badê. Ji vê herêmê re herêma Reşkotan tê gotin. |
|
28.07.2013 06:10 |
endazer
|