Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nan û av] de;

44. piştî ku ew jî ketiye nav kulûba hezaran ser xwe ve çûye û êdî nema rêya xwe bi tirşikê dixe.



23.05.2020 01:20 | endazer

33. nivîskarê ku wek hevalekî dixwazim jê re bêjim û li ber bêxim ku;

di kurdî de li gorî sazkirinê lêker lêker dibin sê beş;

1)lêkerên xwerû; lêkerên sade ne, tu qertaf û lêkerên alîkar nestandine wek; xwarin, bûn, kirin, xwendin, ketin, xistin, çûn, mayîn, dayîn, meşÎn, girîn, kenîn filan.. di dema niha û dema borî de qertafên rawe û demê têne pêşiya lêkerê bi xwe, wek; ez di+xw+im, ez ê bi+xw+im

2)lêkerên pêkhatî; ev lêker bi daçekên pêşgir tên çêkirin, daçekên wek da-, ve-, wer-, hil-, rû-, têne pêşiya lêkerên xwerû û lêkerên pêkhatî çêdikin, wek; vexwarin, vekirin, dakirin, daxistin, hilkirin, hilfirandin, wergirtin, wergerandin filan.. di dema niha û dema bê de qertafên rawe û demê têne pêşiya lêkera bingehîn yanî dikevin di navbera daçeka pêşgirt û lêkera bingehîn de, wek; ez ve+di+k+im, ez hil+di+kişîn+im, ez ê da+mezrîn+im, tu yê ve+xw+î, ew ê wer+gerîn+in (wek tê dîtin, di lêkerên pêkhatî de, dema lêker li gorî dema bê tê kişandin qertafa dema bê (bi-) nayê bikar anîn)

3)lêkerên peve/hevedudanî; lêkerên ku ji du an zêdetir hêmanan pêk têne ne, bi alîkariya lêkerên alîkar yên wekê bûn, kirin, xistin, çûn, birin, hatin, anîn, ketin ji navdêr, rengdêr û hokeran tên çêkirin, wek, av dan, bi kar anîn, dîn bûn, rû kirin, aciz bûn, têk çûn, rast hatin, pê ketin, jê ketin, paş ketin, bi hev çûn filan.. di van lêkeran de jî qertafa rawe û demê tê pêşiya lêkera bingehîn, wek; ez ê sor bi+k+im, ez aciz di+b+im, ew têk di+ç+in, em ê li hev rast bi+hê+(n)+e, em ê paş bi+kev+in..



09.04.2014 01:11 | endazer

26. li cizîrê di ji bo peyka li dora dinyayê diçerixe jî û ji bo 30 rojên di zikê hev de neşikandÎ jî dibêjin heyv.. nivîskarê ku taybetmendiyên devoka xwe ya cizîrê diparêze û bi vî awayî hemû pesn û wesfan heq dike..



09.03.2014 14:48 | endazer

20. nivîskarê ku wekê zabitê qanûnên şoreşa tirkiyeya misto kemal li kû derê u-yekÎ bibîne heta ku şewqeyekî fotr bi seran de neke, bêhna wî fireh nabe..



(bnr: cudahiya ku û kû)



04.01.2014 04:09 | endazer

17. nivîskarê ku ji ber ku berfê rê lê girtiye nikare têkeve tirşikê..

em wek konseya rêveber ya tirşikê hêvî dikin ku di demeke zûtirîn de li tirşikê vegere..



13.12.2013 23:15 | endazer

14. nivîskarê ku berî çend rojekî ez xwestibûme şÎvê lê j ber xewgranî û xemsariya xwe ez jê mayîm e.. heyf!



19.11.2013 20:51 | endazer

9. nivîskarek ê tirşikê yê xweşnivîs e.. taybetmendiyek ecêb ya vî nivîskarî heye gelek caran mijaran vedike û di bin re an peyaman nanivîse eger binivîse jî jê dibe.. çima ez jî nizanim..



10.09.2013 01:07 | endazer