Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêbext] de;

1. ji bo kesên xayîn tê gotin.. lê hinek heval bi wateyeke xelet bi wateya ''bêsihûd, bextreş'' de jî bikar tînin..

di nav kurdan de bext diyardeyeke giring e, carê dema yekî mêrek dikuşt an jinek direvand an qezayek lê diqewimî xwe davêjt ber bextê yekî bihêz û desthilatdar de, eger lê bibûya xweyî hingî jê re digotin filankes zehf camêr e, lê dema xwe lê nedikir xweyî jê re digotin filankes zehf bêbext e an bext ji filankesî re nîne, yanî mirov nikare pişta xwe pê ve girê bide û bawerî bi soza wî bîne..



05.09.2015 23:29 | endazer