Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku dilê mirovan ji jiyanê sar dikin] de;

48. dema mirov ÎşekÎ bike Û nekaribe heqÊ xwe di wextÊ xwe de bistÎne..



08.06.2014 13:13 | endazer

28. dema li ser facebookê reklama tirşikê dikim û tu kes berê xwe pê ve nake..



05.10.2013 23:17 | endazer

24. dema mirov tiştekî li ser kombersê binivîse an li ser kombersê projeyekî çêke û ji bîr bike pêl mîrata ctrl+sê bike û ji nişka ve quzzilqurta ceyranê qut bibe.. hingî mirov bivê nevê dibêje nalet li vê heyatê û nalet li vê ceyrana ku diçe Xwudêoo ruhê min ji min bistîne hêj caw erzan!



05.10.2013 22:39 | endazer

21. projeyek heye divê îro bê gihandin û teslÎmkirin.. lê te hê destpê nekiriye û tu destpê bikî jî ne mimkun e di wextê xwe de yanî rojekÎ de biqedînî.. û te qewlê xwe Û bazara xwe jî bi camêran re kiriye.. û tu kes jî nîne xwe bi hawara te ve bigihîne.. û tu têyî û diçî li dora projeyê digerî.. û tu dibêjî nalet şeytên û li vî îşî.. a niha dilê min ji dinyayê sar û reş bûye.. bi xwudê piyango jî ji min re derkeve bawer nakim kêfa min xweş bibe..



09.09.2013 13:57 | endazer

18. (bnr: kuxik)

carinan mirov dibêje xwezî ez girtiyê penceşêrê bûma lê ne yê vê mîrata kuxikê bûma.. û bi ser de jî kuxika nava keleqirçêna havînê.. ez nizanim di nav vê germ û pêmirina havînê de ez ji kû û çawa bi sermayê ketime..



25.08.2013 00:49 | endazer