Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [seet xweş] de;

5. biwêja ku ez di axaftina xwe ya rojane de tevî malî avayê di şûna spasê de bikar tînim.. tîpa hyê ya di nav û nîveka peyvê de jî dişidînim da ku xwudê baştir bibihîze.. belê di civat û dîwan û şervbêrkên şevên sar yên zivistanê yên kurdistanê yên ku xwe bi dengê dengbêj û çîrokbêjan ve digirin û bi kilam û çÎrok û çîvanokan dilê xwe germ dikin zef û zêde tê bihîstin.. çima? çimkî divê sihheta dengbêj xweş be û dengê wî li dinyayê be ku heta têra dilê xwe bistire û dilê guhdarên xwe xweş û germ bike!



24.09.2013 01:45 | endazer

2. peyva seetê ya di vê biwêjê de forma dejenerebûyî û deformebûyî ya peyva sihhetê ya di wateya tenduristî û jûnî saxlemiyê de ye.. yanî rastî û rastnivîsa vê biwêjê sihhet xweş an (bnr: sihheta te xweş be) ye.. yanî her tendurist û saxlem bî yanî her bijî yanî Xwudê te bihêle yanî Xwudê kêmaya te nede..



01.08.2013 03:39 | endazer