Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bo çi nayêm bîra te] de;

1. straneke xweş û têra xwe mehzûn û melankolîk heta biçekî kurdoesk ya xweşnav têlo ye.. nîvê şevê, dema di playlîstê de ji nişka ve dor tê vê stranê, mirov vediciniqe, kizîn ji dilê mirov diçe..





gotinên stranê:



ez hatim te bibînim,

xwe li min giran neke,

ev rojên dûrî mi diêşîne,

binere emir zû diçe

biner temen zû diçe

nama ez bo te dişînim

te dibînim

tu her dem li bîra min î,

bo çi nayêm bîra te,

tu her dem li bîra min î

min divê dîsa te hembêz bikim,

davê min bîhna porê te

ser deynim ser sîngên te,

gotinek bêjim li guhê te.

ez dîn bûme,

ez dîn dibim bêyî te

tu herdem li bîra min î

li bîra min î

bo çi nayêm bîra te

tu herdem li bîra min

li bîra min î

bo çi nayêm bîra te



20.09.2015 01:41 | endazer