Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên tirşikê] de;

282. mirov nikare peyamekî parve bike. Em bêjin te peyamek xwend kêfa te jê re hat û te xwest ji WhatsAppê parve bikî, nikarî. divê bişkoja parvekirinê hebe li biniya her peyamekê. bijkoja gilîkirinê ji xwe min beriya niha behs kiribû.



24.05.2020 20:31 | endazer

277. Divê di binê her peyam û mijarekî de bijkoja "gilîkirinê" hebe ku peyam û mijarên derî formatê ji aliyê moderatoran ve bên dîtin û sererastkirin.



26.04.2020 00:03 | endazer

215. wekê ekşiyê, dema mêvanên tirşikê bikevin tirşikê hewce ye, kolajek ji peyamên heta niha herî zêde çeppik standine deyne pêşiya wan wekê îkram pergala tirşikê, lê kaa?!

û divê fonksiyona peyamên taybet jî were başkirin û pêşvebirin.

- divê mirov bikaribe di carekî de hemû peyamên xwe yên ligel nivîskarekî jê bibe.

- û jêbirineke teqez û jêneger! gava dî dema min xwest ez peyamekî ji nivîskarekî re binivîsim, ku berê min hemû peyamên xwe û wî jê biribûn, min dît, ku hemû peyamên min li chê xwe sekinîne. yanî peyamên ku min jê birine, di eslê xwe de jê neçûne, an simurg56 cardî biçek ruhê şirîn bi ser wan de berdaye, an şeytanqûnî bûne, ji ava nemiriyê vexwarine.



07.09.2016 02:55 | endazer

161. carina li milê rastê hin caps û wêne derdikevin, ji bo bi qebareya mezin bibînim ditikînim lê tu tişt nayê nîşandan..



24.07.2015 01:20 | endazer

150. hin peyamên ku min nivîsandine li jêr peyamê navê nivîskar, dema nivîsandina peyamê û jimareya peyamê dernakeve, her wisa di wan peyaman de peyam hilnayê di nav valahiya peyamnivîskê de, û ji ber vê jî bi pirranî dawiya her risteka peyamê nayê xwendin.. ji bo nimûne peyama pêşiyê ya li jê vê mijarê; (bnr: geldi yine tipini siktiğimin)



edîth: min niha kurteçareyek ji bo vê pirsgirêka xwe dît Û bi vê kurteçareyê peyama xwe li xwe vegerand, min peyama xwe sererast kir, yanî gorankariyeke biçûk lê kir û ji nû ve qeyd kir, çi bibînim li jêr peyamê navê gewre ê endazer.. *



20.05.2015 17:19 ~17:35 | endazer

148. gava di peyamekî de çend lînkên wêneyan bi hev re didî, hemû wêneyên din jî wekê wêneyê yekê dixweyin..



20.05.2015 04:49 | endazer

141. ji min bi xwe re ne lazim e, lê ji bo canik û camêrinan, opsiyona blokekirina hinek mijar û nivîskaran hebe, wê baştir be.. yanî ez bêjim yek naxwaze peyamên min bixwîne, divê bikaribe min li cem xwe bloke bike û peyamên min li cem xwe nebîne, di ekşiyê de ev sîstem hebû..



10.05.2015 17:38 | endazer

133. berê hatiye gotin gelo nizanim, hejmara peyaman, dema yek peyama xwe jê dibe, hejmara peyama li dû wê peyama jêçûyî dîsa wek xwe dimîne, gelek caran tu pêl mijarekî dikî, peyama ewil hejmara wê ''dido'' ye, an carina li jêr mijarekî de 20 peyam hene dixweye lê dema tu pêl hemûyan bibîneyê dikî, 20 peyam tê nîn in..



11.04.2015 00:21 | endazer

92. heçî kesê bivê dikare bi navekê di sîstemê de heyî hesabeke nû ji xwe re veke.. yanî kesek dikare bi navê endazer an simurg56 hesabeke ji xwe re veke.. ji xwe di sîstema berê de jî ev kêmasî hebû, heta camêrekî bi heman navê hevalê hûn çawanin hev.. hesabek vekiribû.. siba dusiba dibe ku bibe sebeba bikaranînên xirab û ev yek jî dibe ku serê tirşikê biêşîne..



26.12.2014 17:51 | endazer

90. bi ya min kêmasiya herî mezin ya tirşikê ew e ku li ser înternetê di netîceya lêgerînên li ser motorên lêgerînê yên wekê google û yandexê de tirşik an dernakeve an eger derket jî di rûpelên paşîn de derdikeve.. nizanim ne ji eyarên optîmîzasyonê ye ne ji tişteke din lê ji bo reklama tirşikê kêmasiyeke mezin e, ji bo nimûne nîvê emrê min bi navê endazer li tirşikê bihurî û bi navê endazer li ser înternetê ji xeynî navê min ê bikarhêneriyê hema bêje tiştek nîne lê dema ez navê endazer digogilÎnim tirşik di rûpela sêyemîn de derdikeve û mijara ku bi endazerê re eleqedar di tirşikê de derdikeve jî îstatîstîkên tirşikê ye.. an dema ez keyworda navên kurdî yên unîseks digogilînim ku bi vî navî tenê di tirşikê de heye ev mijar lê di rêza duyemîn de derdikeve..



26.12.2014 05:36 | endazer

63. dema yek di peyameka xwe de nimroya peyamekî binivîse wek (bnr:sernivîs çawa tê vekirin/3000) û dema yek dî cirdoneka xwe bîne ser wê peyamê, nivîsa nolu entry derdikeve pêşberî mirov..



23.05.2014 14:51 | endazer

60. dema ku di qutiya lêgerînê de mirov dixwaze li mijarekî bigere, divê pêşiyê mijara ku lê digere derkeve, lê ne welê ye, li gorî rêzkirina alfabetîk mijar derdikevin.. yanî ez bêjim ez ê di tirşikê de li mijara kurdî bigerim, li gorî rêzkirina alfabetîk ev mijar derdikevin;



#jibominzimanêkurdî

09.06.2013 serdana serokwezirê iraqê ya ji bo herêma kurdistanê

1 îlon 2013 destpêkirina weşana ajansa anadoluyê ya bi kurdî

10 albumên kurdî yên herî baş ên 2013ê

.

.

.

divê bê sererastkirin, ji lewma bi vî awayî lêgerîn û peydakirina mijaran gelekÎ zehmet e..



23.05.2014 05:06 | endazer

48. logoya tirşikê ye bêguman, heta li welateke wekê erebîstana siûdî modern û medenî jî bacanên reş hatine qedexekirin lê hê jî di tirşikê de wek logoya tirşikê tê bikaranîn..



(bnr: logoya tirşikê)



13.04.2014 22:47 | endazer

45. (bnr: pirsên pir tên pirsîn)



12.04.2014 01:02 | endazer

42. (bnr: di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin)

heta êvarî wekê paleyekî binivîse û ha binivîse, bila xwêdan di qûna te re bide der û dawiyê bila yekî ku wêneyê wî yê profîlê du mêrên nîvtazî yên di ber û paşila hev de ne peyaman ji te re bişîne.. *

(bnr: te di şansa min ga)



12.04.2014 00:43 | endazer

41. kêmasiyên ne bê çare ne..

eger berê mijareka hevşêweya mijara ku tu dixwazî vekî hatibe vekirin û sîstema qetxirbe ya tirşikê jî ji ber vê sergêjiyê nahêle tu mijara xwe vekî, tekane rêyek heye, herfekî ji mijara ku tu dixwazî vekî zêde bike an jê kêm bike, û mijara xwe bi vî awayî veke û paşê bi riya peyameke taybet ji moderatoreke alÎkariyê bixwaze ku ji panela rêveberiyê bila navê mijarê biguherîne, an dîrekt tu dikarî li jêr mijarê bi xwe de jî navê eslî yê mijarê binivîsî.. j bo nimûne tu dixwazî mijara tîrê vekî lê bi serê sîstema ehmeq ya tirşikê nakeve û dibêje na bira ji xwe vaye mijareke bi navê tir vebûye ha tir ha tîr çi ferq heye, hûn çima ferqiyê dixin di navbera iya tirk û îya kurd de? he hûn çima dabeşkeriyê dikin filan? tu jî navê mijarê wek tîra an tî an tişteke bêeleqe jî çêdibe veke û hawara xwe bigihîne moderasyona tirşikê.. is it ok?



12.04.2014 00:25 | endazer

35. min di vê /28670 peyama xwe de bi dirêjî behsa rêya seyar a çareseriya pirsgirêka jorîn kiriye..

ji bo nimûne kêliyeke berê min xwest ez mijara dîl vekim lê ji ber pirsgirêka berbehs min nekarî ez vekim, min jî tîpek lê zêde kir û mijara xwe bi navê dîla vekir, paşê bi destûra bilind ya ku min ji konseya rêveber ya tirşikê wergirtiye, ji obsiyona birêvebirinê navê mijarê wek dÎl guhert..

yanî hûn ê heta ku çareyeke mutleq û esehî jê re bê dîtin mijara xwe bi tîpeke kêm an zêde vekin û peyama xwe di bin re binivîsin û ji moderatorekî bixwazin ku navê mijarê bi navê wê yê rastî re biguherÎne.. ok?



03.03.2014 01:13 | endazer

20. bi nûbûnên tirşikê de re hinekî kêm bibin jî.. lê hêj gelek kêmasî hene.. wek;



tunehiya versiyona mobîl ya tirşikê..

tunehiya amar û statîstîkên tirşikê

tunehita derfeta hevdu şopandinê ya nivîskarên tirşikê

tunehiya derfeta zanîna bê ka nivîskar çend dengên erênî û çend dengên neyênî standine, ne behsa pûanê karmayê dikim..



06.10.2013 21:21 | endazer

4. hilbijêrka li kêleka peyamdankê ya di şiklê chatê de ne çalak û ne berdest e..



03.08.2013 08:47 | endazer

3. navê wê çi ye nizanim lê gava mirov di sepaneke (sekme) nÛ de tirşikê vedike logoya ege sözlükê lê dixweye..



03.08.2013 08:46 | endazer

2. lÎnkên youtubê dîsan naşixulin..



03.08.2013 08:39 | endazer