Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li silopiya çi diqewime] de;

5. (bnr: yê ne li halekî nizane hewalekî)

(bnr: nifşên nû yên kurd yên ku bi dezenformasyonên pkkê mezin bûne)

li silopiya çi diqewime baş nizanim lê zanim ku xelkê silopiya ji şaredariyê û ji parlementerên xwe yên ji şirnex yên ji partiyê ne memnûn in.. baş dizanim ku li silopiya jî û li cizîrê jî têra dinyayekî rant û bertîl û gendelî gêr dibe û di nav komeke biçûk de tê levekirin.. ya ku min şaş dike û metel dihêle mirov çawa tişta ku baş nizane û pê neserwext e wekê ku bi serê çavên xwe dîtibe derheqê nerastîbûna wê de evçend jixwebawer dikare biştexile û evçend bihêsanî dikare bi serê xelkê sond bixwe.. mixabin refleks û reaksiyonên alÎgirên pkkê û bdpê jî biço biço dişibe ya tirkên faşÎst û kemalîst te dî dema polîs û eskerên tirk zilm û neheqiyê li kesekî an li civak û cimaetekî dikin bi dest xwe re bi serê dewleta xwe û esker û polîsên xwe sond dixwin û dibêjin naherê ne mimkun e ku dewleta tirk tiştekî wihareng bike.. dema tu bi belgeyan îsbat dikî jî tavilê xwe dispêrin teoriyên komployê û dbêjin xêrnexwazên dewleta tirk ji bo dewletê û polîs û eskerên tirk li ber çavên raya giştî ya cîhanê kêm û biçûk bixîne van îdîa û nizanim çi quzzilqurtan amade dike û belav dike filan..



17.08.2013 11:43 | endazer

1. navê nivîseka ku di nasnameyê de hatiye weşandin e.. camêrekî ji silopya di derheqê bûyer û qewimînên civakî yên vê dawiyê yên li silopiya nivîsandine û ji nasnameyê re şandiye di nivîsê de maila ku ji parlementerê bdpê yê şirnexê re nivîsadiye jî cih digire.. ji ber ku nivîs bi tirkî ye ez ê tenê lînka nivîsê li vir parve bikim.. di mesela rastiya nivîsê û îdîayên di nivîsê de jî bi qasê misqalê zerrê şik û gumana min nîne.. mixabin şaredariya silopiya û gelek şaredariyên din ên ketîn destê bdpê de bi destê kesên nezan û dilxirab û xêrnexwaz de ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî tên bikaranîn..

http://www.nasname.com/a/silopide-neler-oluyor



17.08.2013 01:09 | endazer