Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilê yekî bi jina wî nexweş bû got e çima tu ber hevîr re qûna xwe dihejînê] de;

6. gotineka pêşiyan heye dibêje; barê hêncetan rast nabe.

û di heqîba min de li ser vê du çîrok hene. yek jê;

dibêjin rojekî gurgek keysa xwe ji bizinekî tîne, dilê wî diçe goştê bizinê, lê rasterast nikare ya dilê xwe jê re bêje, ew jî hawara xwe digihîne hêncetan;

- ka were vir, te çima par, dema ez di nav avê de, av li ser min şêlo kir?

+ ezbenî ez bi xwe sê-çar mehî me, para çi halê çi?

- pa ez nizanim, an tu bûyî, an pismamê te, an psixaltiyê te, her yek ji binemala we bû.



û bi wê hêncetê bizinê dixwe.



dîsa dibêjin li gundekî, axayê gund çavê xwe berdaye ser milkê gundiyeke cihû, lê nikare rasterat dest deynê ser milkên wî, rojekî gazî zilêm dike û dibêje;

- kuro hey kafirê şedîd! ka bêje we çima pêxemberê xwudê kuşt heee?



17.08.2016 18:42 | endazer