Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gipsy kings] de;

1. komeka mÛzÎkê ye, endamên komê ji du malbatan pêk tê, malbata (bnr: nicolas reyes), û ya tonino baliardo.. kom li fransayê hatiye danîn, lê endamên komê bi eslê xwe ji katalonyayê ne, sala 1930î dema şerê navxweyî yê spanyayê bar kirine, li başûrê fransayê bicih bûne.. cureya mûzîka komê wekê rumba-flamenko tê zanîn..



gelek stranên xweş ên komê hene, lê li ber dilê min covera wan ya hotel california ji hemû stranên wan xweştir e;





endamên komê;



Nicolas Reyes: damezrînerê komê, serstranbêj, kurê Jose Reyes

Francis (Canut) Reyes: vokal, gîtar, kurê Jose Reyes

Andre Reyes: vokal, gîtar, kurê Jose Reyes

Patchai Reyes: vokal, gîtar, kurê Jose Reyes

Pablo (Paul) Reyes, gîtar, kurê Jose Reyes

Tonino Baliardo: damezrînerê komê, solo gÎtar

Diego Baliardo: gîtar

Paco Baliardo: gîtar



dîskografiya komê;



Album



1982: Allegria

1983: Luna de Fuego

1987: Gipsy Kings

1989: Mosaïque

1991: Este Mundo - bû namzed ji bo xelata grammy di kategoriya baştirîn albûma mûzîka cîhanî de

1993: Love and Liberté - di warê baştirîn albûma popê ya salê de xelata grammya latîn stand û bû namzed jibo xelata grammy di warê baştirîn albûma mûzîka cîhanî

1995: Estrellas

1996: Tierra Gitana

1997: Compas

2001: Somos Gitanos

2004: Roots

2006: Pasajero

2013: Savor Flamenco



albûmên zindî



1992: Live

2014: Gipsy Kings Live



albûmên berhevkirî



1990: Allegria

1994: Greatest Hits

1995: The Best of the Gipsy Kings

1996: Love Songs

1998: Cantos de Amor

1999-2000: ¡Volaré! The Very Best of the Gipsy Kings



19.06.2016 14:00 | endazer