4. yek ji wan stranbêjan e ku dema distirên ken li ser wechê wan konê xwe vedide, wekê leyla îşxanê, dengê camêr ji xwe xweş e, vêca dema mirov dibîne ku bi eşq û kêf stranan dibêje,bêtir kêfa mirov jê re tê, ka guhê xwe bidin vê şevbêrka wî; |
|
21.07.2016 21:55 |
endazer
|
1. dengbêj û stranbêjek e, dikarim bêjim ku delîl dîlaner jî di nav de di nav stranbêj û dengbêjên dema îro de yê herî serkeftî ye, ji navê wî û ji simbêlên wî diyar e behdînî ye, lê camêr çi kilam û straneka kurdî hebe bi miqamê qeydeya wê deverê distirê. dengê wî biçekî dişibe yê kawîs axa, lê dengê wî ji yê kawîs axa stûrtir, xurttir û aztir e, ligel kilam û serhaweyan, stranên dawetan jî gelek xweş dibêje.. straneka li ser mele mistefa barzanî: vîdyoyê veke beşek ji şevbêrkeka li ser dtv: vîdyoyê veke çiya bilind in: vîdyoyê veke eman hey lê: vîdyoyê veke |
|
20.07.2016 23:44 |
endazer
|