Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çay] de;

18. ya ku niha vedixwim.. ditirsim ku camêrnin derkevin û bêjin çay nayê vexwarin tê kişandin.. neyse xwudê jê razî be yê ku cara ewilîn fikra çayê pê re çêbûyî.. li gorî min baştirîn antîdepresan e.. gerçî hîç neketime depresyonê de lê ez dibêjim qey mirov bi penceşêrê jî bikeve piştÎ du sê îskan çay tu êş û elem pê re namîne.. yanî çay ne tenê heraretê distÎne, xeman jî direvîne, êşan jî sivik dike, birînan dikewîne..



07.10.2013 01:33 | endazer

17. ''Ji çaya zimanê çînî tê. Di zaravayê Çîna başûr de ew tay an tey dibêjin. Di sala 1657 an de peyva tee bi riya hollandî ketiye zimanên Ewropaya Rojava, di fransizî de bûye thé(tê), di îngilîzî de tea (tî). Lê Rûs peyva zaravayê çînî yê edebî, ça girtine û wek çay bi kar anîne. Peyva çay ji Rûsan di sedsala nozdehan de derbasî kurdî, tirkî û farisî bûye. Herwekî di erebî de dengê ç tune ye, wan jî vê peyvê wekî şay kirine zimanê xwe. ''



06.09.2013 01:20 | endazer

9. vexwer û vexwarina neteweyî ya kurdan.. tabî ji çayê qesta min ne çaya rîzeyê ya bi kalîteya sî û sêyem e..



12.07.2013 15:36 | endazer

4. ya ku baş û qenc û bikalîteya wê li srî lankayê tê hilberîn e.. çaya ku jê re çaya qaçax tê gotin di eslê xwe de ceylon tea yanî çaya seylan e û li seranserê cîhanê hema bêje baştirîn çaya bikalîte ev çay e.. yanî birano guh nedin derewên dewleta tirk û qewadên dewletê çaya ku li kurdistanê tê vexwarin zêrê zer ê bîstûçar eyar e ji ber ku bi dest hinekan nakeve neweyî û bêbextiyên wek xwîna berazan û nizanim çi û ne çi dixin stûyê vê çaya feqîr de..



12.07.2013 03:59 | endazer