Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gangs of new york] de;

1. fîlmeka sînemayê ye, bi derhêneriya martin scorsese, sala 2002an bi hevkariya îngîlîz-amerÎka û îrlandiyan li amerîkayê hatiye çêkirin. di fîlmê de leonardo di caprio (Amsterdam Vallon), daniel day-lewis (Bill "The Butcher" Cutting) û cameron diaz (Jenny Everdeane) rola sereke dileyîzin. mijara fîlmê; dema şerê navxweyî yê amerîkayê, bi paşfona şerê di navbera çeteyên amerîkiyên xwecihî û penaberên îrlandî de, li ser nijaperestiyê disekine. hikûmeta amerîkayê ji ber pêdivî bi leşkeran di şerê navxweyî de heye penaberên ji derve têne teşwîq dike, lê amerîkiyên xwecihî ji vê polîtikayê nerazî ne û li dijî penaberan derdikevin, ji ber vê hewa û atmosfera kaotîk her komek li new yorkê li dora aîdiyet û nasnameya xwe çeteyekî ava dike, du ji wan çeteyên mezin yek ya amerîkiyên xwecihî ye û yek jî ya îrlandiyan e. fîlm bi şerê van herdu çeteyan destpê dike. serokê çeteya îrlandî di şer de tê kuştin, û kurrê wî bipey heyfa bavê xwe dikeve.



fîlm nêzikî 3 saetan dom dike, ne edeta min tiştekî di nîvî de bihêlim hey nexwe min nedibir serî.



02.08.2016 01:59 | endazer