Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xalid sofî] de;

2. salihê kevirbirî pê re hevpeyvînek gelek xweş çêkiriye, mirov ji xwendinê têr nabe; Here lînkê

herwiha li gorî dilbixwÎn dara strana eyşana elî jî gelek xweş dibêje, lê mixabin li ser netê qeyda wê stranê ji dengê wî nîne; Here lînkê

bi navê dil yek e, helbesteka melayê cizîrî strandiye, jê re vîdeoklîbeke xweş û sade jî çêkiriye, di destpêka klÎbê de, li ser kaxezekî reşnivîsek bi kurmancî heye; ''ez ji te hez dikim. lê nikanim, li ba te bimînim. bi xatirê te!''



''Dil yek e dê işq yek bit aşiqan yek yarî bes

Qible dê yek bit qulûban dilberek dildarî bes''







20.08.2016 00:46 ~00:47 | endazer

1. hunermend û sazbend û stranbêjeke kurd e. di sala 1966’an de li rojavayê kurdistanê, li bajarê Kobanê ji dayîk bûye. Di 15 saliya xwe de dest bi karê muzîkê kiriye. Ji malbateke alim ango teqwa tê. Bi awaz û dengên tesawûfî mezin bûye. Li gorî gotina wî, li ber destê bavê xwe ku Miftiyê Kobanê bûye hînî xwendina Quranê bûye. birayê Hunermendê Mezin reşîd sofî ye.

hostayeke baş û jêhatî yê udê ye. wekê dî tembûr jî di nav de dikare li hemû saz û amûrên bitêl bi hostyî bixe û herwiha ew jî wekê birayê xwe reşîd sofî beytên melayê cizîrî gelek xweş distirîne. û li ber dilê min versiyona herî xweş ya strana narÎn, ew dibêje;



20.08.2016 00:19 ~00:49 | endazer