Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [klavyeya kurdî] de;

5. klavyeya ku dema tê sazkirin êdî nivîsandina bi tirkî zehet dibe.. ji ber hindê bi ya min heta ku kombersên klavyeya wan bi kurdî dernekevin destê xwe li tu tiştî nedin ji xwe bi çend tûşan mirov dikare di klavyeya tirkî de jî hemû karakterên kurdî binivîse.. ji bo nivîsandina tîpên bi kurdî yên wekê ê, î, û-yê divê mirov bi hev re yanî di heman demî de pê li bişkojên shift+3+tîpa ku li raserî şewqe an kum tê xwestin wekê a, e û u-yê bike..

ji bo nimûne ez dixwazim şewqeyekî bidim serê tîpa e-yê divê çi bikim?

divê bi hev re pêşiyê pê li bişkoja shiftê paşê bêyî ku destê xwe ji ser bişkoja shiftê hilînim dîsa di heman demî de pê li bişkoja hejmara 3-yê ku wek bişkoja ^ û #-ê jî tê nasîn û bikar anîn û pê re pê li bişkoja tîpa e-yê bikim.. dema tê terîfkirin hinekî zor û tevlihev dixweye lê dema destê mirov lê hîn dibe gelekî hêsan e..



12.07.2013 12:38 | endazer