Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mmc] de;

9. li gorî nûçeyên dawîn ku min ji ajans û rojnameyan xwendiye di şûna vê kanalê de kanalek nû bi navê med tv vebûye.. li gorî nûçeyan ev kanala nû wê bi karê berê yê mmcyê ve rabe.. yanî heta êvarî bilind apo, mezin apo, serom apo, rêberê gelê me filan..



03.10.2013 02:06 | endazer

4. mixabin ji aliyê hişmendiyek kevn û kor ve tê birêve birin.. heçî stranbêj û hunermendên bi serê ocalan sond nexwarîn nikarin di vê kanalê de bistirên.. wekê otobûsên partiyen siyasî yên di demên hilbijartinan de heta êvarî bilind apo, mezin apo, serok apo, rêberê gelê me.. tevî evqas potansiyela xwe ya gir û gewre eger mûzîka kurdî ya modern negihiştibe asta mûzîka neteweyên din yek jê sebebên vê yekê ev kanal û rêveberên vê kanalê ne.. li çar nikarên kurdistanê hema bêje ji her cure û celebên mûzîkê gelek hunermendên hêja û jêhatî hene ku xwe li ber çavên otorîteyên cîhanê yên mûzîkê peyitandine lê şûna stran û klîbên van hunermend û stranbêjan heta êvarî stran û klîbên amatorî yên alîgirên partiyê tên weşandin.. çi bêjim heyf!



09.06.2013 16:24 | endazer