Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the willow tree] de;

1. fîlmeka mecîd mecîdî ye, navê wê yê rast beed-e majnoon (bîde mecnûn) e, bi kurdî û kurmancî bîşeng an şengebî. di fîlmê de yusuf (parviz parastui) mêreke 45 salî ye, 8 saliya xwe de ji ber qezayekî kor bûye, di zanîngehekî de profesoreke binavûdeng e û li ser helbestên mewlana dersan dide, ligel jina xwe roya (roya taymourian) û keça xwe ya biçûk meryem jiyaneka wî ya xweş û sade heye. rojekî ji bo nexweşiya xwe diçe parîsê û li wir bijîşk jê re dibêje ku ihtimal heye çavê wî derman bikin, bi operasyonekî çavê wî cardî dibînin. berî operasyonê gelek dua ji xwudê re dike, ji bo xwudê rêya wî rohnî bike, û soz dide dibêje eger rêya wî ronî bike wê tu carî ji ya wî dernekeve. xwudê lê tê rehmê, çavê wê rohnî dike, lê nefsa wî û şeytan bela xwe jê venakin, tima û çavbirçî dibe, tiştên dibîne lê dibin bela.




fîlmeke gelek xweş bû, çend sehneyên zêde dramatîk hebûn ew ne tê de, gelek kêfa min ji fîlmê re hat. Parviz Parastui di rola xwe de gelek serkeftî bû ew qasî ku mirov carina xwe ji bîr ve dike û diçe nav fîlmê, dibe parçeyek ji jiyana yusiv. ya rastî fîlm wekê şerh û şiroveya sînemayî ya çend ayetên quranê bûn, xwudê dibêje tiştên ku hûn xêr dizanin de şer, tiştên ku hûn şer dizanin de xêr heye. yusuf piştî ku çavê wî li dinyayê vedibin, qîma xwe bi jiyana xwe ya berê bi jina xwe û bi tiştên di destê xwe de nayîne, çav berdide ser tiştên dîtir û zêdetir. berî çavê wî baş bibin, li ber xwudê digere, jê lava dike ji bo lê bê rehmê û çavê wî rohnî bike, lê çawa çavê wî vedibin, meyl û mereqa heramiyê dike, bitima dibe dilê xwe dibijîne tiştên xelkê, pêşiyê tiştên di dest de ji dest diçin, jin diçe, dayîk ji qehra dikeve nav nivînan ne bes e xwudê nîmeta xwe ya bînaya çavan cardî jê distîne, bi xwe dihese, dixwaze cardî vegere ser xêzika xwe ya berê lê êdî ew jî bi dest nakeve.



26.09.2016 02:28 ~02:29 | endazer