Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [default] de;

3. li gorî ferhenga etîmolojiyê; peyv ji îngîlîziya navîn (middle english) tê, ew jî ji frensiya kevn, ji peyva defaute (têkçûn, xusar, xirabe, kêmasî) tê, ew jî ji latînî, ji qertaf û peyva de- (dûr, berrî) û +fallo (fen û fût, xapîn, hay yekî ji tiştekî çênekirin, veşartina rastiyê) ketiye nav frensiya navîn.

wateya eslî ya peyvê; kêmasî, qisûr, bicihneanîna peywira xwe, nedana deynê xwe. lê dema niha peyv bi wateyeke nû ve rabûye û êdî bêtir ji bo tiştên varsayılan (fitrî) yanî ''tişta ku ji ber xwe de pêve tê'' tê bikaranîn. yanî em bêjin tu kombersekî dikirî, di kombersê de bêyî daxwaza te, windows 10 lê barkirî ye, ew windows 10 ji bo wê kombersê tişteke default e.

berdest, du wateyên wê hene, tişta amade ji bo bikaranînê û kesê amade ji bo xizmetkirinê. rasterast wateya peyva default nade, lê zêde jî jê ne dûr e. li gorî ferhengê bi erebî ji bo default peyva fitrî (tişta ku dema mirov xwudê dide, pê re tê) bikar tînin, li gorî min bi kurdî jî mirov dikare ji bo default peyva fitrî bikar bîne.



07.11.2016 00:16 | endazer